Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Li dijî hewldanên qirkirinê yên Dewleta Tirk roja têkoşîna man û nemanê ye

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku rêjîma Tirk a dîktator ji bo qirkirina gelê Kurd, êrişên dij mirovahiyê derxistiye asta herî jor..

Hevserokatiyê sekna li hemberî van êrişan weke têkoşîna man û nemanê binav kir û got, rêya serkeftinê xwedîderketina li nasname, çand û ziman e..

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk,, daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê bi bîr xist ku rêjîma AKP-MHP di asta herî jor de zext û zordariyê li civaka Kurd dike û wiha dewam kir:

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê 2 rêyan nîşanî civakê dike, yanî wê stûyê xwe li hemberî wê bitewîne, yan jî wê bibe mehkûmê qirkirinê. Rêjîma heyî eşkere dibêje, ti mafê hêzên siyasî, etnîkî û komên baweriyan tine ye ku bibin xwedî nêrîneke cûda.

Di vî warî de herî zêde jî Kurd para xwe ji êrişên faşîzan digrin. Ji bo pêşî li berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bigire, bi navê hewldana darbeyeke nû rojeveke sexte afirandiye. Bi vî awayî jî asta êrişên xwe yên hovane rewa nîşan dide.

Herî dawî bi sûdgirtina ji pêvajoya belavbûna vîrûsa Koronayê êrişên li dijî îradeya gelê Kurd zêdetir bûn.

Bi bahaneya ‘xebatên li dijî vîrûsê lawaz dike’ her tevgera gelê Kurd û aliyên muxalefetê weke sûc nîşan dide.

Li gorî vê ya ku rêjîma faşîst dike ev e:

Xebitandina li febrîqeyan û kombuna bi hezaran polîsî serbest e, lê belê çalakî û protestoya komeke biçûk a li dijî desthilatdariyê sûc e!

Dîsa bi belavbûna vîrûsê re, tişta pêşî ya faşîzma AKP-MHP’ê kirî, dagirkirina şaredariyên Kurdan bû. Armanca ji van êrişan dayîna vê peyamê bû:

Em ê rê nedin ku ti şaredarî bi navê Kurdan kar bike. Êdî li gorî rêjîma faşîst, her tiştê bi navê Kurdan were kirin, dibe sedema êrişan.

Êrişa hovane ya li dijî gorên gerîlla û her wiha terora li hemberî zarokên Nisêbînê jî bi heman armancê pêk hatin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber ragihand ku karakterê desthilatdariya AKP-MHP qirkirina gelê Kurd e û ev peyam da:

Kurdê vê rastiyê nebîne, dest ji Kurdîtiya xwe berdaye. Ê ku li dijî vê helwestê nîşan nede û li ber ranebe, stûyê xwe li ber qirkirinê tewandiye. Ji ber vê 2 rê li pêşiya gelê me ye:

Ya wê xwedî li Kurdbûna xwe derkeve ev jî bi berxwedan û têkoşînê pêkane,

Eger vê neke jî wê li aşê qirkirinê bê hêrandin.

Yekane rêya xelasiya ji êrişên qirkirinê, têkoşîna man û nemanê ye.

Li dijî dijminekî bi vî rengî, divê Kurd li her deverê bi taybetî jî li Bakur xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.

Di serî de jin û ciwan li pêşiya Kurdan hemûyan berpirsyariyeke bi vî rengî ya dîrokî heye. Nabe ku ti Kurd bêje, gelo çi ji destê min tê?

Em ê nîşanê dost û dijminan bikin ku wê gelê Kurd ti carî tine nebe.

Ev jî hatin dîtin

Bernameya Ravey Roj roja Çarşemê 18:0 bi dema Ewropa

Stêrk Tv

Nirxandinên Rêber APO li ser têkoşîna azdiyê jinê

Stêrk Tv

Çalakiyên 25 Mijdarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê

Stêrk Tv

Besê Erzincan: Li dijî tundiyê divê di navbera xxwe de hevgirtî bin

Stêrk Tv

Iraqê hêzên xwe yên leşkerî sewqî Şengalê kirin 24.11.2020

Stêrk Tv

Nûçegihan Ibrahim Êzîdî ji Çiyayê Kolik dîmenên hatina hêzên Iraqê ya Şengalê kişand

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!