KCK: DIVÊ HUKÛMETA BAŞÛR LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BIBE XWEDÎ HELWEST
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser êrişa 11’ê Tebaxê ya artêşa Tirk li dijî artêşa Iraqê kirî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bang li Hukûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, ku bi hêzên Kurd hemûyan re li dijî dagirkeriya Tirk bibe xwedî helwest.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê, êrişa 11ê Tebaxê ya li herêma Biradostê bibîrxist, ku fermandar û eskerên li cem wan şehîd bûne ji Eşîra Biradostê ne.
Di daxuyaniyê de ji malbatên şehîdan re sersaxî hat xwestin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê bal kişand ser helwesta Hukûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî vê êrişê:
“Her kesî ev êriş û tevgera dagirkeriyê şermezar kir û li ber sekinî. Lê wezareta Karên Hundûr a Hukûmeta Başûr li dijî vê êrişê nebûye xwedî helwesta şermezarkirin û redkirinê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku berevajî li hemberrabûnê, hukûmeta Başûrê Kurdistanê êriş rewa nîşan daye û hat gotin, hetta daxuyaniya wê xwedî hewldana mafdarkirina dagirkeriya Tirk e.
Em vê helwestê red dikin.
Ti eleqeya xwe bi welatparêziyê nîne.
Di daxuyaniyê de zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk ên bi balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek hat bibîrxistin û hat gotin, ev îlana şer û êrişeke li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wî li her aliyê Kurdistanê ye.
Divê hukûmeta herêma Kurdistanê li dijî êrişan û dagirkeriyê, li cem hêzên berxwedêr ên Kurdistanê û gelê Kurd diparêzin cihê xwe bigire.
Divê bi hêzên Kurd hemûyan re li dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwest be.