Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîOlî

KCK: AKP-MHP Ola Islamê ji nijadperestiya Tik bikar tîn in

 

Sibe Cejna Qurbanê ye.
Alema Misilman amadekariya Cejnê dike.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê peyamek weşand û cejna Kurdistaniyan û hemû misilmanan pîroz kir.

KCK’ê xizmetkariya Diyaneta Tirk ya ji bo siyaseta şer destnîşan kir û ji Kurdan û Misilmanan xwest ku neçin mizgefetên Diyanetê.

JI KOMÎTEYA BAWERÎ Û GELAN A KCK’Ê PEYAMA CEJNÊ: EM CEJNA QURBANÊ PÎROZ DIKIN Û HÊVÎ DIKIN BI WESÎLEYA ADELET Û AZADIYÊ

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê ji ber cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Qurbanê li tevahiya aleme misilman pîroz kir.

KCK’ê girîngiya cejnê ya ji bo gelan anî ziman û got: Em wekî tevger cejna gelên misilman pîroz dikin. Hêvî dikin, cejn di serî de li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê ji bo alema misilman aştî, adelet û tendurîstî bîne. Dostî, biratî û parvekirina di navbera gelan de xurt bike û bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bi bîr xist ku faşîzma AKP-MHP’ê îslamiyetê wekî navgîneke pêşxistina senteza Tirk-Îslam û nijadperestiya Tirk bi kar tîne û wiha got:

JI KOMÎTEYA BAWERÎ Û GELAN A KCK’Ê PEYAMA CEJNÊ: AKP-MHP Û DIYANET ÎSLAMIYETÊ JI BO NIJADPERESTIYA TIRK BI KAR TÎN IN

Herî dawî nimêja înê ya li Ayasofyayê veuherandin showê. Îslamiyetê li dijî gelan, baweriyan û nirxên çandî bi kar tîne. Hewl didin îslamiyetê bikin parçeyeke siyaseta xwe ya şer a li dijî Kurdan û gelan. Divê ti kurd, tirk û misilmanek nebe parçeyeke vê sûcê AKP-MHP’ê.

KCK’ê xizmetkariya Diyaneta Tirk a ji bo siyaseta şer a li dijî Kurdan û baweriyên cûda jî got: Diyanet dijminahiya gelan û baweriyan dike. Di xûtbeya 24’ê tîrmehê ya li Ayasofyayê jî nîşan da ku, mêtîngeriya Tirk wekî xanîmet li axa Kurdistanê dinêre. Ol îslamê jî dikin navgînê vê siyaseta xanîmetiyê. Divê di serî de Kurd, hemû gelên me bibînin ku ev tişta Diyaneta Tirk dike, hişmendiya Tirk-Îslamê ye. Hişmendiya Tirk hewl dide di çarçoveya nijadperestiya Tirk de, rengê xwe bide îslamê.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê li hemberî wê hişmendiya bikaranîna îslamiyetê ya ji bo nijadperestiya Tirk ev banga hişyarî li Kurdan û misilmanan kir:

JI KOMÎTEYA BAWERÎ Û GELAN A KCK’Ê PEYAMA CEJNÊ: DIVÊ KURD Û GELÊN ME, NEÇIN MIZGEFTÊN LÊ XUTBEYA DIYANETÊ TÊ XWENDIN

Diyaneta Tirk berdevkiya siyaseta şer dike. Mêtîngeriya Tirk teşfîq dike û axa Kurdistanê wekî xanîmet destnîşan dike. Lewma divê hemû misilman bi baweriya “Ji bo misilmanan hemû ser rûyê erdê, mescîde” tevbigerin. Bi vê hişmendiyê neçin mizgeftên lê xûtbeya diyaneta Tirk tê xwendin.

KCK’ê di dawiyê de bal kişand ser kevneşopiyeke cejnê û wiha got: Di cejnê de serdana gorên şehîdan û dûaya ji bo wan kêm nekin. Piştgiriya ji bo rêhevalên girtî û bi malbatên wan re jî, pêwistiya çanda cejnê ye. Xêra xwe bigihînin Kurdistaniyên pêwistiyên wan hene û saziyên xêrê. Em bawer dikin hûnê ji alîkariya xizmetê dewleta Tirk a faşîst û kesên bi wê re dûr bisekinin. Em bi vê bîr û baweriyê cejna qurbanê pîroz dikin, di şexsê Rustem Cûdî yê li Heftenînê bi qehremanî şehîd bû û şehîdên Heftanînê de hemû şehîdan bi bîr tînin û cejna malbatên şehîdan jî pîroz dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv