KCK’Ê ÊRIŞA LI BEXDAYÊ ŞERMEZAR KIR
“BALKÊŞ E KU EV ÊRIŞ PIŞTÎ SERDANA WEZÎRÊ TIRK HULUSÎ AKAR PÊK HATIN”
21’ê çileyê de li navenda bexdayê êrişên xwekujiyê pêk hatibûn.
Di encamê de bi dehan mirovî jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîdar bûn.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê êrişan de daxuyaniyekê weşand û êriş şermezar kir.
KCK’ê destpêkê ji malbarên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê xwest.
Di dewama daxuyaniyê de KCK’ê wiha got:
Ev êrişa bi xwîn a DAIŞ’iyan pêk anî hewldana astengkirina bihevrejiyana azad û demokratîk a gelên Iraqê ye.
DAIŞ ne bi tenê ji bo Iraqê ji bo jiyana azad, yekitiya demokratîk a hemû gelan gefek e.
DAIŞ’a ku bi tifaqa kurd û ereban hat têkbirin îro bi desteka îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê tê xwestin li herêmê aktîf bibe.
Balkêş û manîdar e ku ev êriş piştî serdana wezîrê tirk Hulusî Akar û serkerkanê artêşa tirk ji bo Bexdayê pêk hatine.
Ev êriş ji polîtîkayên qirêjî yên wan derdorên destekê didin DAIŞ’ê cuda nikare were dîtin.
Encax bi têkoşîna hevpar a gelan ev êriş dikarin werin pûçkirin.