Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Bi yekîtiyê wê Kurd bibin hêza herî serketî li Rojhilata Navîn 10.09.2020

 

PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: BI YEKÎTIYÊ WÊ KURD BIBIN HÊZA HERÎ SERKETÎ LI ROJHILATA NAVÎN

Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama daxuyaniya deklerasyonê de li hemberî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê rê û rêbazên têkoşîna serkeftî nîşan da..

KCK ragihand ku eger Kurd li hemberî her cûreyên êrişan yekîtiya xwe pêk bînin ewê li Rojhilata Navîn bibin hêza herî serkeftî..

Konseya Rêveber a KCK’ê di deklarasyona xwe ya “dema azadiyê ye” de îşaret bi rol û pozîsyona gelê Kurd kir.

Konseyê diyar kir ku eger Kurd yekîtiya xwe xurt bikin, eger rastiya dijmin baş nas bikin û têkoşîneke bi bandor bidin, wê di nava şert û mercên heyî yên Rojhilata Navîn de bibin hêza herî mezin a serkeftinê.

KCK’ê anî ziman ku hem herêmî û hem jî cîhanî, hemû hêzên ku naxwazin Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn demokratîk bibin, li ser tasfiyekirina PKK’ê û xeta Rêber Apo bûne yek.

Tecrîda li Îmraliyê, polîtîkaya şênber û çavkaniya êrişên li dijî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye.

Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Apo tê wateya xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna dijî qirkirinê.

KCK’ê di vî warî de bal kişand ser girîngiya pêngava binavê ‘li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dema azadiyê ye’.

PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: WÊ PÊNGAV LI GORÎ TAYBETMENDIYÊN XWESER ÊN KURDISTANÊ BI RÊ VE BIÇE

Pêngav wê li hemû aliyên Kurdistanê li gorî taybetmendiyên xwe yên xweser bê meşandin..

Li ser vê bingehê;

Li Bakurê Kurdistanê, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê wê di navenda pêngavê de be.

Ev yek jî wê bê têkoşîna hevgirtî ya gelê Kurd, Elewî û hêzên demokrasiyê pêk were.

Li vir tişta girîng ew e ku hêzên demokrasiyê jî li ber zilma li Kurdistanê rabin û di pêkanîna azadiya Rêber Apo de bi rola xwe rabin.

Di vê pêngavê de wê pêşengiya jinê bibe misogeriya serkeftinê. Ji xwe yên ku herî zêde desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hejand, jin bi xwe ne.

Li Rojavayê Kurdistanê pêwîste ev pêngav bi dirûşma ‘li dijî dagirkeriyê, dem dema parastina şoreşê ye’ bê meşandin.

Pêngava ku wê 12’ê Îlonê destpê bike ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî pir girîng e.

Li dijî hemû êrişên dagirkeriya Tirk, rêya parastina şoreşa Rojava têkoşîn e.

Gelê Rojavayê Kurdistanê dema ku bi xurtî tevlî vê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bû, wê bibe xwedî hêza parastina şoreşê û dawî li dagirkeriyê bîne.

KCK’ê îşaret bi rola girîng a Kurdên li derveyî welat jî kir û wiha got:

Bi pêşengiya jin û ciwanan wê Kurdên li derveyî Kurdistanê bibin hêza rêvebir a vê pêngavê.

Ew ê bibin piştevanê herî girîng ê têkoşîna li hemû parçeyên Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv