Îro Salvegera çalakiya canbeşşane ya Zeynep Kinaci ango Zîlan e.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di salvegera 24’an a çalakiya wê de, Zeynep Kinaci bi bîr anî..
Hevserokatiyê çalakiya Zîlan weke, manîfestoya azadî, welatparêzî, kîna li dijî dijmin û xwedîderketina li Rêber Apo pênase kir..
Bi boneya salvegera 24’an a çalakiya Zeynep Kinaci binasnav Zîlan, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da..
Hevserokatiyê diyar kir ku bi çalakiya Zîlan re têkoşîna azadiya Kurdistanê derbasî qonaxa fedaîtiyê bû û wiha dewam kir:
Çalakiya hevrê Zîlan, kîna li dijî mêtingeriyê bû. Asta herî bilind a dilsoziya li gel Rêber Apo bû. Bi gotina “eger ji bedena min wêdetir tişteke din hebana minê feda bikrana” Zîlan hezkirina xwe ji bo azadî û welatperweriyê nîşan da.
Ji ber vê yekê Rêber Apo çalakiya hevrê Zîlan wiha pênase kir:
Ew manîfestoya azadî, welatparêzî, kîna li dijî dijmin û xwedîderketina li rêbertiyê ye.
Bi çalakiya heverê Zîlan re, hezkirina jina Kurd ji azadiyê re derket asta herî jor. Keda Rêber a Apo ji bo bihêzkirina jina azad dayî, Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da û bû sembol.
Ji ber vê çendê, bi hezaran jinên Kurd bûn şopdarê xeta Zîlanê.
Ji bo li nirxên Rêber Apo afirandî xwedî derkeve, canê xwe feda kir û bi vê çalakiya xwe ya mezin, kir ku hêrsa gelê Kurd a li dijî qirkirinê hê geştir bibe.
Ew di dîroka têkoşîna me de bû pêşenga rêbaza herî serkeftî ya çalakiyan.
Di demekê de ku dijmin ketibû pey hewldana tinekirina tevgera azadiyê, hevrê Zîlan biryara çalakiya xwe a mezin da. Li dijî van êrîşan bû xwedî hêrseke mezin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk di roja me a heyî de jî ji bo qirkirina gelê Kurd di nava tevgerê de ye û wiha got:
Şerê qirêj ê îro li dijî gel û tevgera me tê meşandin ji yê salên 90’î dijwartir e. Lewa pêwîste gelê me bi hêrsa Şehîd Zîlan rabe ser piyan.
Çawa ku gerîla rojane li ser şopa fedaî ya Zîlan liberxwe dide, di serî de jin û ciwan, lazime gelê Kurd li her deverê li dijî mêtingeriya qirker têkoşînê geş bike.