Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Sîyasî

KCK: Divê gelê me heta parêzer neçin Imraliyê, her li qadan bin

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser şewata bi guman a li daristana Îmraliyê.

KCK’ê diyar kir ku di şertên zivistanê de li daristanê derketine şewatê wan dixe nava gumanan û ev bang li gelê Kurd kir.

“Divê gelê me, heta parêzer û malbatan neçin Îmraliyê û ji Rêber Apo agahiyan negirin, qadan neterikînin”.

KCK: Divê gelê me heta parêzer neçin Imraliyê, her li qadan bin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser şewata li daristana Girava Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di serî de gumanên xwe yên li ser şewata li Girava Îmralî ya li Rêber Apo 21 salin dîl tê girtin anîn ziman û wiha got:

Dema ku li Tirkiyê û herêmê bûyerên girîng diqewimin, dema ku faşîzma AKP-MHP’ê li dijî Kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne, şewata li Îmraliyê, mirov dixe nava gumanan.

Li Giraveke ku bi sîstema ewlekariya bilind tê rêveberin û di rojekê zivistanê de derketine şewatê, tiştek bi fikar e. Pêwist dike mirov pir bi cidî nêz bibe.

 

KCK’ê anî ziman ku li cihê Rêber Apo dîl tê girtin, wateya siyasî ya her bûyer û her gavî heye û got: Ji tiştên li Îmraliyê diqewimin û wê biqewimin, dewleta Tirk û pergala navnetewî berpirsyar e.

Ji ber ku ew pergala Îmraliyê, pergala hêzên navnetewî ava kiriye û kontrol dikin e. Bi taybetî rol û berpirsyariyeke mezin dikeve ser Konseya Ewrûpa ku Tirkiye endama wê ye û saziya CPT’ê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê siyaseta qirker a dewleta Tirk jî destnîşan kir û got:

“Helbet ti wateya gotin û daxuyaniyên dewleta Kurdan qir dike nîne.

Tevger û gelê  me, bawerî bi daxuyaniyên desthilatdariya faşîst a dijminê gelê Kurd nake. Lewma divê parêzerên Rêber Apo yekser biçin Îmraliyê. Rastî fêr bibin, gelê me û raya giştî ronî bikin.”

KCK’ê li hemberî hesasiyeta rewşê jî ev bang li gelê Kurd û dostan kir:

Em bang li gelê me û dostan dikin. Di serî de jin û ciwan divê pêşengiyê bikin. Gel û dostên me li welat û derve qadan tijî bikin. Ji 7 salî heta 77 salî, ji bo rewşa Rêber Apo sefer bibin.

Heta parêzer û malbat neçin Îmraliyê, ji qadan veneqetin.

KCK’ê bangeke taybet jî li hêzên demokratîk û antî-faşîst ên Tirkiyê jî kir û got:

Divê gelên hemû hêzên demokrasî û antî-faşîst ên Tirkiyê li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Careke din zelal bûye, heta pergala êşkence ya Îmraliyê ranebe, heta pirsgirêkên tenduristî, azadî û ewlekarî yên Rêber Apo çareser nebin, wê azadî, demokrasî, aştî û edelet neyê Tirkiyê.”

 

Ev jî hatin dîtin

19:00 Rojev 00.10.2020

Stêrk Tv

Weşana nû ya Stêrk tv 12 Cotmehê roja Duşemê destpê dike

Stêrk Tv

Hevkariya Kanda bi Tirkiyê re li dijî Kurdan careke din li Qerabaxê eşker bû

Stêrk Tv

Siyaseta Tirkiyê şerê di navbera Azerbeycan û Emenîstanê de qur dike

Stêrk Tv

Li dijî HDP operasyonên qirkirina siyasî didomin

Stêrk Tv

Hevserokê KNK: Operasyona AKP li hember HDP amadakariya qirkirina siyasî li dijî netewa Kurd e

Stêrk Tv