Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

KCK derbarê êrîşa li ser W. Mexmûrê de daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Wekî sala 2014’an DAÎŞ’ê êrîşî Kampa Mexmûrê kir. Wekî tê zanîn leşkerên Iraqê û pêşmergeyên li derdora Mexmûrê li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê nesekinîbûn.

Bi berxwedana gerîlayan re êrîşa li ser Mexmûrê hatibû şikandin û pêşiya wan hatibû girtibûn ku berê xwe bidin Hewlêrê.

Piştre gerîlayên HPG û YJA Starê yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê çûbûn qadên şer, him Hewlêr û him jî Mexmûr kiribû qadeke ewle. Di heman demê de gerîla çûbûn Kerkûkê û tevî pêşmergeyên li wê derê êrîşên DAÎŞ’ê şikandibûn.

MEXMÛR KAMPA ŞEHÎDAN E

Berxwedana gelê Mexmûrê bûye sembola pêşîlêgirtina êrîşên qirker ên DAÎŞ’ê. DAÎŞ’ê bi êrîşa dawîn re xwestiya ji gelê Mexmûrê û ji gerîlayan tolê bistîne.

Gelê Mexmûrê di nav berxwedaneke serbilind a cîhanê de ye. Bi jiyan û helwesta xwe, bûye qada sembolîk a rastiya Kurdên azad. Bi hezaran ciwanên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, rûmeta gelê Botanê ne. Li Mexmûrê li her malekê çend şehîd hene. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku kampa şehîdan e. Ev rastî bi tenê jî dike ku gelê Kurd serbilind be.

 

DEWLETA TIRK DIXWAZE KAMPÊ PARÇE BIKE

Ji ber ku gelê Mexmûrê di nav helwesteke wisa de ye, bûye hedefa dewleta Tirk. Tirkiye yekser bi hêzên xwe yên leşkerî nikare kampê bike hedef, ji ber vê jî ji ser Iraq, PDK û Neteweyên Yekbûyî zextan dixe. Wekî li her derê helwesta Kurdên azad qebûl nake. Bi taybetî ji ser PDK’ê dixwaze kampê parçe bike û bi êrîşên hewayî jî dixwaze encamekê bistîne.

Ji bo kamp were parçekirin, DAÎŞ jî êrîşan dike. Dewleta Tirk li pişt vê êrîşê ye. Dewleta Tirk bi çi armancê DAÎŞ êrîşî Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava kiriye, bi heman awayî êrîşî Mexmûrê jî dike. Êrîşa dawîn têkiliya xwe bi ambargoyan heye. DAÎŞ jî fikiriye ku bi ambargoyê re kamp tengijiye û bi êrîşê dixwaze encamekê bistîne.

AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ HATÎ DANÎN NAYÊ PEJIRANDIN

Pêkanîna ambargoya PDK’ê ya li ser Mexmûrê didomîne rewşeke trajedîk a ji aliyê gelê Kurd ve neyê pejirandin. Hemû gelê Kurdistanê ji ber vê polîtîkaya PDK’ê diêşin. Pêkanîna ambargoyekê ya ji aliyê partiyeke Kurd û rêveberiya wê ve ya li ser Mexmûrê ku nûnertiya rûmeta Kurdan dike, tê wateya tinehesibandina hestê gelê Kurd û binpêkirina wê.

Gelê Kurd wisa dizane ku dewleta Tirk dixwaze ji bo wê ambargo tê domandin. Bi vê yekê re PDK û rêveberiya herêmî di serî de ziyanê dide îmaja xwe bi xwe.

Rêdayîna hinek ciwanan biçin zanîngehê û karkeran ji derveyî nixûmandina ambargoyê ti wateyeke xwe ya din tine. Ji derveyî vê kamp mîna xistina nava dorpêça artêşa dijmin û xistiye nava ambargoyekê.

Ev jî cesaret daye dijminê Kurdan DAÎŞ’ê û çete bi cesaret kiriye. Rê li ber wê vekiriye ku êrîşî kampa Mexmûr a pêşî li dagirkirina Hewlêrê girtibûn tolê hilîne. Rakirina ambargo û dorpêça li ser Kampa Mexmûr a sala 2014’an pêşî li dagirkirina Hewlêrê girtibûn, daxwaza hemû gelê Kurd e.

BANGA PIŞTEVANIYA BI MEXMÛRÊ RE

Em bang li hemû gelê Kurd partiyên siyasî dikin ku ji bo hêza berxwedan û moralê bidin gelê Mexmûrê yên bi êrîşên DAÎŞ’ê re rû bi rû ne, bikevin nava piştevanî û destekê bidin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dixwazin kampa Mexmûr belav bikin an jî teslîm bigirin, erka hemû mirovahî û hêzên demokratîk e li dijî DAÎŞ’ê destekê bide gelê Mexmûr.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv