Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Divê serkeftina berxwedana Garê bibe bingeha têkbirina komployê’ 15.02.2021

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ SERKEFTINA BERXWEDANA GARÊ BIBE BINGEHA TÊKBIRINA KOMPLOYÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişa dewleta Tirk li dijî Garê û têkiliya êrişê bi salvegera komployê re daxuyanî da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi armanca esasî ya êrişa dagirkeriyê kir.

Rejîma tirk a faşîst dixwest di 15’ê Sibatê de qirrkirina kurdan bi encam bikin.
Qirrkirinê weke cejn pîroz bikin.

Piştî vê berxwedana ku serketina hemû Kurdan e û pêşî li mexseda wan a qirêjî girt, divê li welat û derveyî welat hemû kurd vê berxwedanê weke cejn pîroz bikin.

Divê Kurd vê berxwedanê bikin bingeha têkbirina Komploya Qirrkirinê ya 15’ê Sibatê.

Bi têkbirina komployê jî azadiya Rêber Apo û gelê Kurd mîsoger bikin.

KCK’ê destnîşan kir ku rejîma faşîst a tirk dixwest di salvegera 22’emîn a komploya navnetewî de wê cejna têkbirina PKK’ê ragihîne û bi vî awayî behsa amadekariyên wan jî kir:

Rejîma falîst wê deryavanên ku bi fîdyeyê li Nîjeryayê rizgar kirin, di pîrozbahiyên tasfiyekirina PKK’ê de bi propagandaya ‘hikumet xurt e’ bi kar bianiyana.

KCK’ê diyar kir ku ev serkeftina li hemberî mêtingerên qirker ne bi tenê ya PKK’ê ye ya hemû gelê kurd e û wiha ht gotin:

Gelê Kurdistanê divê xwedî li vê serkeftinê derkevin. Divê li dora gerîla ya ku ev serkeftin bi dest xistine kom bibin, tevlî têkoşîna rizgarkirina her çar parçeyên Kurdistanê bibin.

Gefa desthilata AKP-MHP’ê piştî vê têkçûnê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zêde bûye.

Pêwîst e gelê Kurd û hêzên dermokrasiyê li dijî vê gefê, di helwest demokratî û azadiya ji bo berjewendiyê gelên li Tirkiyê di îradeya xwe de bi israr bin.

Pêwîst e gelên li Tirkiyê baş bizanibin ku hikumeta AKP-MHP’ê nikare Tirkiyê bi rê ve bibe

Lazim e gelên li Tirkiyê û hêzên demokrasî ji vê desthilata faşîst re bêjin bes e û vê xofê li ser xwe bavêjin.

Pêwîst e Tirkiyeyek Demokratîk û Kurdistanek Azad ava bikin û Rojhilata Navîn bînin rewşa cografyaya civakên demokratîk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv