Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîsa ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyeke sosret hat dayîn: Hûn bi kîjan rûyî li benda bersivê dimînin 07.09.2020

 

KCK: EM HÊ JÎ LI BENDA BERSIVA PDK’Ê NE
PDK: HÛN BI KÎJAN RÛYÎ LI BENDA BERSIVÊ DIMÎNIN?

KCK, Hevserok û rêveberên wê û Endamên Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li PDK’ê kirin ku li rex têkoşîna wan a li dijî dagirkeriya Tirk cih bigirin.

Û gotibûn, pirsgirêk ciddî ye, em hê jî li benda bersiva PDK’ê ne.

Lê dîsa ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyeke provokatîf hat dayîn.

Ka em binerin zimanekî çawa ji aliyê PDK’ê ve hatiye bikaranîn.

Û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê zimanekî çawa bi kar anî ye.

PDK di van rojên dawî de bi Dezgehê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê PDK’ê daxuyaniyên provokatîf dide.

Daxuyaniya herî dawî 6’ê Îlonê tenê bi “Tirkî” hat dayîn û ji PKK’ê ya li dijî dagirkeriya Tirk ev zêdetirî 40 sal in şer dike re tê gotin, “hûn li dijî kî şer dikin?”

Ji bo banga bersivdayînê ya Hevserok, rêveberên KCK’ê û Endamên Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan jî ev bersiv tê dayîn:

“Hûn bi kîjan rûyî li benda bersivê dimînin?”

Ji bilî van, di daxuyaniyê de zimanekî gelekî xirab ê li dijî berjewendiyên gelê Kurd tê bikaranîn.

Ka em berê xwe bidin bangên Hevseroka KCKê Besê Hozat, Endamên Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan.

Herî dawî Besê Hozat li ser van daxuyaniyên tên dayîn ji televîzyona me re axivî.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî nêrînên tevgera xwe anîbû ziman.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî bang li pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, ku li kêleka wan cih bigirin.

Ji daxuyanî û peyaman jî xuya dike, ku rayedarên Tevgera Azadiya Kurdistanê tevî gelek hewldanên xirab ên ji aliyê PDK’ê ve çawa zimanekî çêker bi kar tînin.

Niha piştî daxuyaniya dawî ya ji aliyê PDK’ê ve hatî dayîn ev yek ji aliyê gelek kesan ve tê pirskirin:

“Gelo ev daxuyanî ji aliyê MÎT’ê ve tên amadekirin?”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv