Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Êriş ji aliyê MÎT`Ê ve tên pîlankirin û pêkanîn 16.09.2020

 

ÊRIŞÊN NIJADPERESTÎ LI DIJÎ KURDAN
KCK: ÊRIŞ JI ALIYÊ MÎT’Ê VE TÊN PÎLANKIRIN Û PÊKANÎN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên nijadperestî yên demên dawî li dijî Kurdan zêde bûne daxuyaniyek da.

KCK’ê bal kişand ser Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” û got, bi xurtkirina pêngavê êriş dikarin werin têkbirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku êrişên nijadperestî ji aliyê rêxistinên îstîxbaratî ve tên pîlankirin û pêkanîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên nijadperestî yên demên dawî li dijî gelê Kurd li bajarên Tirkiyê zêde bûne daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ev bi salane li dijî Kurdên li bajarên Tirkiyê dixebitin an jî dixwînin êrişên nijadperestî pêk tên.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku gelek caran Kurd di van êrişan de tên kuştin û hat gotin:

Ev êrişên li dijî Kurdan hatine normalîzekirin û ji rêzê bûne.

Dewleta Tirk van kuştinan normalîze dike û kujeran ceza nake.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku rêjîma faşîst a AKP-MHPê van êrişan bi polîtîkayên xwe yên dij-Kurd teşwîq dike û hat gotin:

Dema HDP’ê weke rêxistineke terorê nîşan bide, Tirkekî ji rêzê jî Kurdan dijmin dibîne.

Heke têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê û demokrasiyê weke cihêkarî û terorîzmê were nîşandand, ev lînc û kuştin wê timî pêk werin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku lînc û kuştin ji aliyê MÎTê û yekîneyên îstîxbaretê yên polîsan ve tên pîlankirin û pêkanîn.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: XURTKIRINA PÊNGAVÊ WÊ ÊRIŞÊN NIJADPERSTÎ TÊK BIBE

Di dewama daxuyaniyê de ji bo xweparastina ji vê nijadperestiyê û bersiva li dijî wê wiha hat gotin:

Teqez ev êriş rêxistinkirî û pîlankirî ne. Ji ber vê yekê divê Kurd li her deverê xwe birêxistin bikin û xweparastinê saz bikin.

Divê gelê Kurd hemû vê yekî bibîne, ku ev êriş pîlankirî ne û tedbîrên xwe bigire.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber vê yekê jî bal kişand ser girîngiya xurtkirina Pêngava “Rûxandina faşîzmê, sazkirina Demokrasî û Edaletê.”

Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi awayekî xurt beşdarî pêngavê bibin.

Xurtkirina Pêngava “Dem Dema Bidestxistina Azadiyê ye” wê van lînc û kuştinan bi dawî bike, têk bibe.

Divê were nîşandan ku Kurd ne “dermale” ne û nikarin bi van zextan werin tepisandin.

Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Ozkan Tokay re sersaxî hat xwestin û hat gotin, emê têkoşîna xwe ji bo Kurdistana Azad û Demokratîkkirina Rojhialta Navîn bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv