Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Hêzên komploger dev ji qirkirina Kurdan bernedane 13.02.2021

 

SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
KCK: HÊZÊN KOMPLOGER DEV JI QIRKIRINA KURDAN BERNEDANE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera 22’yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyek da.

Hevserokatiyê destpêkê kesên di têkoşîna 22 salan a li dijî komployê de şehîd bûne bibîranîn û soza azadkirina Rêbertî û Kurdistana azad dubare kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev têkoşîn di roja me de veguheriye Pêngava Dem Dema Azadiyê ye û wiha hat gotin:

Ev pêngav wê bi hedefa Rêbertî û Kurdistana azad pêk were.

Bi vî rengî wê komploya ku Rêber Apo weke roja qirkirinê bi nav dike, bi temamî were têkbirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku hêzên komploger tevî ku gelek caran hatine têkbirin, dev ji komployên nû yên qirkirina Kurdan dikin hedef bernedane.

6’ê Mijdara 2018’an biryara girtina 3 rêveberên PKK’ê ji aliyê DYA ve.

Dîsa hewldana derxistina asteke din a komployê bi êrişên li ser Bakur, Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Herî dawî 10’ê Sibatê destpêkirina tevgera dagirkirina Garê.

Ev hemû nîşan didin, ku dewleta Tirk û hêzên piştgiriyê didinê, dixwazin di şert û mercên nû de komployê bidomînin.

SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
KCK: RÊBER APO BÛ RÊBERIYÊ AZADIYÊ YÊ ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ

Di daxuyaniya KCK’ê de weke sebeba zêdebûna van êrişan mezinbûna PKK’ê hat destnîşankirin:

Îro hêza Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji beriya 22 salan mezintire.

Rêber Apo bi fikir û helwesta xwe, têkoşîna PKK’ê mezintir kir.

Ji ber vê yekê îro ji Rêbertiya Gelê Kurd wêdetir, veguherî Rêberê Azadiyê yê gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê.

Komplogerên navneteweyî xwestin Rêber Apo ji Rêberê Azadiya gelê Kurd dûr bixin.

Lê Rêber Apo weke Rêberê tevahiya mirovahiyê yê azadî û demokrasiyê derket hemberî wan.

SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
KCK: SERHILDANA LI DIJÎ DAGIRKIRINA GARÊ WÊ HILWEŞÎNA AKP-MHP’Ê XURTTIR BIKE

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hat destnîşankirin, ku têkoşîna li dijî komployê wê di sala 23’yan de bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye were kirin.

Ev pêngav wê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt, bi awayekî hemwext were birêvebirin.

Wê gelên Rojhilata Navîn jî bibin hêza vê têkoşînê.

Ji ber ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn nûner û parêzvana faşîzm, zext, paşverûtî û dagirkeriyê ye û dijminê gelan hemûyane.

Wê bi têkoşîna jin, ciwan û kedkaran desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê were hilweşandin.

Heke gelê me li çar aliyên Kurdistanê li dijî dagirkirina Garê rabe ser piyan, wê ev hilweşîn xurttir bibe.

Jin, ciwan û tevahiya gelê Kurdistanê yên li ser şopa şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” dimeşin,

wê sala 23’yan a komployê berdêla wê çi dibe bila bibe, veguherînin sala Rêbertî û Kurdistana Azad.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv