Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: “Mesûd Barzanî niyeta xwe ya ser eşkere kir” 04.11.2020

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê bersiv da Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Mesûd Barzanî bi daxuyaniya xwe niyeta xwe ya şer eşkere kiriye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê bersiv da Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî.

Di daxuyaniyê de banga Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan hat bibîrxistin û li ser bersiva Mesûd Barzanî wiha hat gotin:

Serokê Giştî yê PDK’ê ji bo rewakirina biryara şer, sedem rêz kirin.

Rastiyên gelê Kurd hemû dizane, berevajî kirin û hewl da raya giştî bixapîne.

Sedemên dorlêgirtina qadên gerîla bi hêzên leşkerî rêz kirin.

Raxist ber çavan, ku li dijî PKK’ê niyet û biryara wan a şer heye û ji bo vê yekê li firsendekê digerin.

Bi gotina “me şerê nava Kurdan heram kiriye, lê..” ragihand, ku wê dest bi şer bikin.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku Mesûd Barzanî bi daxuyaniya xwe bang li gerîla kiriye, da qadên lê vala bike û dev ji şerê manûnemanê yê li dijî dewleta Tirk berde.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya xwe û Komîteya Rêveber a PKK’ê bibîrxist, ku ragihandine ti pirsgirêka wan bi PDK’ê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re nîne.

Weke Mesûd Barzanî dibêje, pirsgirêka PKK’ê bi statuya Başûrê Kurdistanê re nîne û bi ti awayî xwe di warê eskerî de ferz nake.

Berevajî, PDK bixwe ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re pirsgirêka wê bi PKK’ê re heye.

Dixwaze bi têgîna “pirsgirêka PKK’ê bi statuya Başûr re heye” rewabûnê ji êrişkariya xwe re bi dest bixin.

Di destkeftiyên Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê de pareke mezin a PKK’ê heye.

Her wiha di parastina van destkeftiyan de rola PKK’ê jî heye.

Di daxuyaniya KCK’ê de têkoşîna 50 salî, bi dehhezaran şehîd, bi dehhezaran gazî û bi sedhezaran dîlên PKK’ê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:

Heke ne ji van bûya, wê navê siyaseta Kurd li Kurdistanê û Cîhane nehata bihîstin û destkeftî nehatana afirandin û parastin.

Ji ber vê yekê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ne tenê yên PDK’ê, para partiyên din ên siyasî hemûyan û têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê tê de heye.

Helbet berpirsiyariya me ya parastina destkeftiyên me jî heye yên para me di wan de heye.

Me ev berpirsiyarî gelek caran bi helwest û pratîka xwe nîşan daye û ev yek ji aliyê gelê Kurd ve tê zanîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv