Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: “Ti niyet û biryara me ya şerê li dijî PDK û hêzeke din a Kurd nîne.” 04.11.2020

 

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de pratîka tevgera azadiyê ya Kurd a li dijî dijminên Kurdistanê qonax bi qonax hat bibîrxistin.

Bersiva her îdîa û derewa PDK’ê derheqê PKK’ê de kirî hat dayîn û wiha hat gotin:

Niyet, helwest û biryareke me ya şer li dijî PDK’ê û hêzeke din a Kurd nîne.

Tevî êrişa li Zînî Wertê jî me xwest şehîdên xwe bikin wesîleya rastkirina têkiliyên xwe.

Lê PDK bi dorgirtina li qadên gerîla, teslîmiyetê li ser gerîla ferz dike.

Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin, ku li ber vê polîtîkaya PDK’ê rabin û bibin xwedî helwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de qonax bi qonax parastina destkeftiyên gelê Kurd û Kurdistanê bibîrxistin.

Û di vî warî de gerîlayên li dijî DAIŞ’ê mil dan hêzên pêşmerge û şer kirin hatin bibîrxistin, ku bi agahî û erêkirina PDK’ê ev yek pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat bibîrixstin, ku Mesûd Barzanî ji ber vê yekê malavahî li ji fermandarên mezin ê HPG’ê Şehîd Têkoşer Gever kir.

Tevî ku rastî ev in, ma gotina “dema DAIŞ’ê êriş kir, PKK’ê hin dever dagir kirin” henekpêkirina bi bîr û hişyariya gelê Kurd nîne?

PDK’ê gerîlayên deriyê Hewlêrê girtin dij-qanûnî bi nav dike û dijminahiyê li wan dike, ku rûmeta wê rizgar kirine.

Li gorî daxuyaniya Mesûd Barzanî, dema PDK’ê li dijî DAIŞ’ê şer dikir, gerîla Şengal dagir kiriye!

Cîhan hemû dizane, ku gerîla dema bi bazdanê çû Şengalê ne hêzên PDK’ê û ne jî hêzên Iraqê hebûn.

Gerîla Şengal ji destê hêzeke din negirt, ji DAIŞ’ê rizgar kir.

Bi vî rengî PDK ji berpirsiyariya qirkirineke mezintir jî rizgar kir.

Gerîla di destwerdena xwe de pêşî rûmeta PDK’ê parast.

Li ser îdîayên PDK timî ji xwe re dike palpişt ên mîna “PKK’ê bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê dane valakirin û nahêle kes li cihê xwe vegere” di daxuyaniya KCK’ê de ev bersiv hat dayîn.

Ev jî berevajîkirina rastiyan û ji bo xapandina raya giştî ye.

Gundên vala, di dema desthilatdariya Saddam de hatine valakirin.

Li herêmên gerîla gelek gund hene û hejmara niştecihên wan her roj zêdetir dibe.

Lê PDK bixwe, destûra çûyîna van gundan nade xwediyê wan.

Ti kes nikare gundekî tenê jî nîşan bide, ku gerîla rê li ber bicihbûna lê girtiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku PDK’ê gerîlayên ev 40 sal in li dijî dagirkeriyê têdikoşe weke dagirkeran radigihîne û hat gotin:

Lê ji dewleta Tirk a cihên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye re tiştekî nabêje, heta vî dijminê gelê Kurd û hebûna hêzên wî rewa û erê dike.

Bê çawa dewleta Tirk dibêje “PKK dixwaze Hewlêr û Silêmanî bi dest bixe” PDK jî heman îdîayan dike.

Gotina vê yekê kenê mirovan tîne û berevajî wê ji bo parastina van deveran, gerîla bi welatparêzî rabûye.

Xwedawendên zalim ên di mîtolojiyê de jî nikarin vê yekê înkar bikin.

Di daxuyaniyê de careke din hat destnîşankirin, ku ti niyet, zihniyet, helwest û biryara tevgera azadiyê ya Kurd nîne, ku li dijî PDK’ê û hêzeke din a Kurd şer bike:

Tevî ku li Zînî Wertê hatin ber pozê gerîla bi cih bûn û bi balafirên Tirk li wan dan jî me hewl dan van şehîdan bikin wesîleya rastkirina têkiliyan.

Li Xinêre û Behdînanê li dijî helwesta şerxwaz a PDK’ê helwesta me dîsa wilo bû.

Lê PDK dixwaze bi dorgirtina li qadên gerîla, teslîmiyetê ferz dike.

Jixwe dewleta Tirk jî bi êrişa balafiran piştgirî dide van gavên PDK’ê û dorgirtina li qadên gerîla.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev mijar tevahiya hêzên siyasî û gelê Kurd eleqedar dike:

Hewldana PDK’ê ya ji aliyê xwe ve temamkirina polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk, wê bi xwe re qelsbûna tevahiya destkeftiyên li her parçeyî û talûkeyên mezin bîne.

Ji ber vê yekê dîtina pirsgirêkê tenê mîna ku di navbera PKK û PDK’ê de be, wê bibe xwexapandineke dîrokî.

Ji ber vê yekê, em bang li tevahiya gelê Kurd, raya giştî, hêzên siyasî, jin, ciwan, rewşenbîr, hunermend û dostên Kurdan dikin, ku li hemberî vê polîtîkaya şer a PDK’ê bibin xwedî helwest û rê li ber bigirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv