Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCKê bi rasthatina salvegera darve kirina Seyid Riza daxuyanî weşand 13.11.2020

 

KCK’Ê BI RASTHATINA SALVEGERA DARVEKIRINA SEYÎD RIZA DAXUYANÎ WEŞAND
SEYÎT RIZA Û HEVALÊN WÎ WEKE SEMBOL TUNEKIRINA DERSIMÊ HATIN DARVEKIRIN

KCK’ê bi rasthatina 83’min salvegera Pirê Dersimê Seyid Riza û hevalên wî daxuyaniyeke bîranînê weşand û bibîrxist ku di tertela Dersimê de, 70 hezar Kurdên Elewî hatin kuştin û pêşengê civakî Seyît Riza, kurê wî û pêşengên din ên xelkê Dersimê hatin darvekirin.

KCK’ê diyar kir ku Dewleta Tirk ji bo koka Kurdên Dersimê bîne ev komkujî pêkanî û cihê cenazeyên Seyid Riza û hevalên wî ji civakê veşart.

KCK’ê Kurdên Dersimê weke mirovên xwedî nirxên jiyaneke bedew pênase kir û bibîrxist ku Dewleta tirk bi feraseta dewleteke qirker û zîhniyeteke li derveyî mirovahiyê û hovane, komkujî û zilmeke gelekî giran li wan kirin.

KCK da zanîn ku xelkê Dersimê ev qirkirin ji bîr nekir, bi stran û klaman gihand nifşên nû û bi vî awayî dîroka devkî ya Dersimê veguherî dîrokeke rasteqîn û xurt.

Di daxuyaniya KCK’ê de behsa mukurhatinên rayedarên dewleta Tirk yên derheqê qirkirina Dersimê de jî tê kirin û tê gotin: Hem Tayyîp Erdogan ji bo CHP’ê rexne bike û hem jî Îhsan Sabrî Çagliyangîl ku demeke dirêj Wezîrê Karên Derve yê Tirk bû di demên cuda de mikur hatibûn ku Dewleta tirk bi plan û proje Kurdên Dersimê qirkirine.

Daxuyaniya KCK’ê wiha dewam dike:

Seyît Riza û hevalên wî weke sembola vê qirkirinê hatin darvekirin.

Pîr Seyît Riza bi gotina, ‘min nekarî bi fen û fûtên we, bila ev ji min re bibe derd’ rastiya dijmin raxist pêş çavan.

Bi gotina ‘Min jî serî li ber we netewand, bila ev jî ji we re bibe derd’ bang li Dersimiyan û gelê Kurdistanê kir ku divê bi sekneke çawa li ber dijmin rabin.”

Keç û xortên Kurd ên Elewî, Sûnî serê xwe li ber mêtingeran natewînin. Heta ku Kurdistana azad, Dersima xweser biafirînin wê têkoşîna xwe dewam bikin. Dersim wê bi nasnameya xwe ya Elewî û Kurd azad bibe.

KCK’ê bi wesileya salvegera darvekirina Seyid Riza û hevalên wî, kesayên Dersimî yên weke Saît Kiziltoprak, Alî Haydar Yildiz, Huseyîn Cevahîr, Suleyman Cîhan, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Hêlîn Mûrat, Cafer Cangoz û bi hezaran şehîdên din bibîranîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv