Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK`Ê: Êrişa li dijî HDP`ê ne tenê li ser Kurdan, li dijî pêkhatiyên HDP`ê ye 27.09.2020

 

KCK’Ê DERBARÊ ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê DE DAXUYANÎ DA:
“ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê NE TENÊ LI SER KURDAN, LI DIJÎ PÊKHATEYÊN HDP’Ê YE”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên li dijî HDP’ê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê got êrişên li dijî HDP’ê ne tenê li ser Kurdan, li dijî tevahiya pêkhateyên HDP’ê ye.

KCK’ê ragihand ku bi van êrişan Erdogan careke din nîşan da ku piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên li dijî HDP’ê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir ku di bûyerên Kobanê de HDP’yî hatin qetilkirin, niha jî HDP’yiyan digrin.

KCK’ê ragihand ku desthilatdariya AKP’ê heyfa xwe ya têkçûna Kobanê hildigre û wiha got;

Erdogan careke din nîşan da ku piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye. Êrişa li dijî HDP’ê qelsiya wan nîşan dide. Tevî ewqas êrişan jî desthilatdariya faşîst jî qelsiya wê dewam dike. Jin û ciwanan serî li ber vê desthilatdariya faşîst netewandin. Lewma bi êrişan hewl didin desthilatdariya xwe li ser piyan bihêlin.

KCK’ê anî ziman ku faşîzm bi berxwedanê têk diçe û wiha got;

Ji ber ku hêzên antî-faşîst nayên cem hev ev desthilatdarî li ser piyan dimîne. Tifaqên antî faşîst girîng e. Eger faşîzm têk biçe wê riya demokratîkbûnê vebe. Eger dawî li desthilatdariya Erdogan û Bahçelî were, wê polîtîkayên wan jî têk biçin. Dawîkirina desthilatdariya wan wê bibe pêngaveke şoreşgerî. Divê jin, ciwan û her kes kolanan veguherînin qadên çalakiyan. Eger her kes li tax û kolana xwe rabe ser piyan wê faşîzm hilweşe.

KCK’Ê DERBARÊ ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê DE DAXUYANÎ DA:
DIVÊ HER KES BI RIHÊ SERHILDANÊ RABE SER XWE

KCK’ê xwest ku her kes bi rihê serhildanê rabe ser piyan û wiha got:

Êrişên li dijî HDP’ê ne tenê li ser Kurdan e. Li dijî tevahiya pêkhateyên HDP’ê ye. Lewma wezîfeya hêzên demokrasiyê ye ku li dijî van êrişan bisekinin. Ev desthilatdariya ku hêzên demokrasiyê tavêje zindanan dema bidestxistina azadiyê ye.

KCK’ê bang li her kesî kir ku bi ser faşîzmê de biçin û dawî li desthilatdariya faşîst bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv