Komalên Civakên Kurdistanê KCK’ê ji civata giştî ya KNK’ê re peyamekê şand û tê de behsa mijarên lezgîn yên rojav kurd de dike.
KCK xwest ku gelê Kurd li hember hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk dengê xwe bilind bike û zorê bidin ser PDK daku were ser xeta Netewî û bikeve xizmeta menfaetên netewî.
KCK’ê di peyama we de bi lezgînî bang li gelê kurd dike û îşaret bi van xeteriyên dîrokî dike:
“Di vê serdemê de eger gelê kurd helwesteke bi hêz ya welatperwer nîşan nede, wê zû bi zû nikaribe ji van komkujiyan bifilite. Ji herdemê bêtir pêdivî niha bi Yekitiyê heye.”
KCK’Ê JI CIVATA GIŞTÎ YA KNK’Ê RE PEYAM ŞAND
‘DIVÊ GELÊ KURD PDK’Ê BIKIŞÎNE SER XETA NETEWÎ’
Hevserokatiya Konseya Rêvebir ya KCK’ê bi peyamekê tevlî civata giştî ya KNK’ê bû.
KCK di peyama xwe bal kişand ser mijarên lezgîn ên di rojeva kurdan de û ev analîz kir:
“Di şerên yekem û duyem yên cîhanê de çawa ku pergala cihanê guherî di vî şerê sêyemin yê cîhanê de jî ku em di nava de ne, wê pergaleke nû were ava kirin.
Di vê pergala nû de ji bo ku gelê kurd nikaribe bibe xwedî sitatû hêzên dagirker ketine nava seferberiyê. Dewleta tirk êrişên xwe yên dawî bi koordinasyona Amerikayê pêkani. Mixabin PDK jî destek dide van êrişan.”
KCK dide zanîn ku Dewleta trik ji bo van êriş û komujiyên xwe meşrû û rewa nişan bide PDK’ê bikartîne û dibêje ev helwesta PDK’ê ku di berdêla hevkariya xwe de ji dijmin alîkariyê hêviyê dike, zirarê dide tekoşîna azadiya gelê kurd.
Konseya serokatiya KCK’ê bi hin nûmûneyên dîrokî yên weke serhildana Agirî, komara Muhabadê, têkçûna şoreşa li başûrê Kurdistanê ya salên 70, komploya li hemberî rêber Apo û herî dawî di pêvajoya referanduma başûrê Kurdistanê de bibîrxist ku di demên hassas de, hêzên desthilatdar çawa li hemberî gelê kurd dibin yek.
KCK’Ê JI CIVATA GIŞTÎ YA KNK’Ê RE PEYAM ŞAND
‘GELÊ KURD EGER NEBE YEK WÊ BI HÊSANÎ NIKARIBE JI KOMKUJIYAN BIFILITE’
KCK’ê di peyama we de bi lezgînî bang li gelê kurd dike û îşaret bi van xeteriyên dîrokî dike:
Gelê Kurd bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye, gelê kurd helwesteke bi hêz ya welatperwer nişan nede, wê zû bi zû nikaribe ji van komkujiyan bifilite. Ji herdemê bêtir pêdivî niha bi Yekitiyê heye.
Partiya bi tenê ku xwe nêzê Yekitiyê nake PDK’ê ye, lewma divê em weke gelê Kurd zorê bidin PDK’ê û wî bikişînin ser xeta netewî. Eger neyê, em neçarin vê xebata xwe ya pîroz ya ji bo azadiya gelê kurd bê PDK’ê bikin”
Mijareke din ya ku KCK’ê di peyama xwe de cîh dayê peymana PDK û Bexdayê ya derbarê Şengalê de bû.
KCK’ê balê dikişîne ser wê yekê ku eger PDK û Bexda di projeya xwe ya Şengalê de biserkevin ewê berê xwe bidin Maxmurê û heman plana xwe li wê derê jî pêkbînin.
KCK’ê di peyma xwe de her wiha xebatên ji bo azadiya Rêber Apo jî weke wezifeyên welatpariyê pênase kir û ji KNK’ê xwest ku ji bo mezinkirina xebatan birayên nû bigire.