Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK`Ê “Pengava Dema Azadiyê” ragihand 10.09.2020

 

KCK’Ê PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE” RAGIHAND
12’Ê ÎLONÊ LI DIJÎ, TECRÎD, FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ DESTPÊ DIKE

Konseya Rêveber a KCK’ê dê 12’ê îlonê, di roja salvegera 40’î ya darbeya cundaya Faşîst de dest bi pêngaveke mezin bike.

KCK’ê bi daxuyaniyekê ev yek eşkere kir.

Armanca KCK’ê ji pêngavê: avakirina jiyaneke azad û demokratîk e..

Û slogana wê jî ev e:

Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dema azadiyê ye..

Di salvegera 40’î ya darbeya cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê de, Konseya Rêveber KCK’ê ragihand ku ew ê dest bi pêngaveke mezin bikin..

Konseyê têkildarî sedem û armanca vê pêngavê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir..

Di daxuyaniyê de îşaret bi rewşa aloz a 30 salên derbasbûyî tê kirin û wiha dewam dike:

Sala 1991’an bi êrişa Sadam a li dijî Kiwêtê, rê li ber destwerdana Amerîka û hevkarên wî li herêma Rojhilata Navîn hate vekirin.

Di nava 30 salên derbasbûyî de bi mîlyonan mirov jiyana xwe ji dest dan.

Berovajî yên beriya niha, hêzên hegominîk vê carê li şûna ku yekser beşdarî şer bibin, li şûna xwe hin aktor diyar kirin..

Û di serê wan de jî dewleta Tirk heye.

Piştî komploya navneteweyî ya ku Amerîka li dijî Rêber Apo pêk anî, desthilatdariya li Tirkiyê radestî AKP’ê kir.

Hesab ew bû ku PKK di nava demeke kurt de were tasfiyekirin.

Di vî warî de jî rol da AKP’ê ku bi karakterê xwe yê Îslamî Kurdan ji nû ve bixe nava sîstema qirker.

KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
31’Ê COTMEHA 2014’AN PÎLANA TESFIYEKIRINÊ DESTPÊKIR

Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku rêjîma AKP di nava 11 salên pêşî yên desthilatdariya xwe li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd şerekî taybet meşand û wiha got;

Ji ber ku dît ew ê nikare bi van rêbaza tevgera azadiyê bê bandor bike, 31’ê Cotmeha 2014’an planeke nû amade kir.

Armanca sereke a vê planê tinekirina tevgera Kurd û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bû.

Rêber Apo xwest pêşî li vê planê bigire û bi vê armancê girîngî da tifaqê di nava hêzên demokrasiyê de.

Ji ber ku wê demê Kurd li çar aliyên Kurdistan Rojhilata Navîn bûn xwedî hêz û li mafê azadiya xwe xwedî derketin, dewleta Tirk dest bi êrişeke giştî ya qirkirinê kir.

PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: RÊYA PARASTINA DESTKETIYÊN LI KURDISTANÊ, HEVGIRTIN Û YEKÎTÎ YE

Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku gelê Kurd di encama têkoşîneke dijwar de li çar aliyên Kurdistanê bû xwedî destketiyên girîng û wiha dewam kir:

Êdî Kurd bûn xwedî derfetên bidestxistina jiyana demokratîk û azad. Ji ber vê çendê dewleta Tirk a serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, lez da êrişên xwe ên tinekirinê.

Bi qirkirina çandî û fîzîkî, bi guhertina demografiyê dewleta Tirk niyeta xwe bi rengekî eşkere nîşan da ku dixwaze li Kurdistanê, desthilatdariya Osmaniya serdest bike.

Ji ber vê li gelê Bakurê Kurdistanê, berê êrişên xwe ên dagirkeriyê dan Başûr û Rojava.

Êdî dixwaze sînorên xwe nêzî Mûslilê bike.

Bombardûmana bênavber a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û Şehrezorê, daxwaza dagirkirina qadên çiyayî yên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê delîlên vê rastiyê ne.

Di rewşa heyî de gelê me û hêzên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê, divê helwest û têkoşîna xwe ya esasî li dijî dewleta Tirk bimeşînin.

Eger polîtîka û êrişên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistaniyan hemûyan ve weke pirsgirêka man-nemanê neyê dîtin, wê rewşeke metirsîdar peyda bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv