Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Siyasî

KCK: Heta azadiya Rêber APO wê têkoşîn bidome

 

Kurdistanî û dosên wan li Ewrûpayê, li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya bajarê Strabûrgê, 8 sal in ji bo azadiya Rêber Apo di çalakiya nobedê de ne..

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê çalakiya Kurdistaniyan silav kir û got, heta azadiya Rêber Apo wê têkoşîn dewam bike..

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî têkoşîna topyekûn û bê navber a ji bo azadiya Rêber Apo, daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê berxwedana gerîlla, Kurdistanî û derveyî welat bi bîr xist û wiha got:

Gelê me ê li Ewrûpayê 8 sal in ji pêşiya Parlementoya Ewrûpayê dûr neketiye. Ew dirêjtirîn çalakiya bê navber a li cîhanê ye. Bi vê çalakiyê Kurdistaniyên li Ewrûpa careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û têkoşîna azadiyê re nîşan dan. Ev helwest û biryardiya çalakgerên Strasburgê hêzeke mezin dide ma da ku em têkoşîna xwe biser bixin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir ku tevahiya 8 salên borî ji her devera Ewrûpayê Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûne û wiha dewam kir:

Çalakiya li Strasbûrgê nîşanî tevahiya cîhanê da ku Kurd wê ti carî dest ji rêberê xwe bernedin. Di nava 21 salên dîlgirtinê de, gelê Kurd heskirin û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bê qisûr dewam kir. Ti mînaka vê yekê li cîhanê peyda nebûye.

Ev berxwedana dem-dirêj di pûçkirina armancên komploya navneteweyî de bû xwedî bandor.

Tevgera azadiyê û gerîllayên fedayî, 21 salin ji bo laîqî Rêber Apo û gelê Kurd bin, liberxwe didin.

Bê goman, ya di vê berxwedanê de herî zêde hêz û moral da me jî çalakiya Kurdistaniyên li Strasburgê ye.

Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin, heta azadiya Rêber Apo wê têkoşîn û berxwedan dewam bike.

Li ser vî esasî em careke din keda Kurdistaniyên li Ewrûpa û bi taybet çalakgerên Strasburgê silav dikin.

Ev jî hatin dîtin

Bernameya Rawêj/Roja Înê di saet 20:00

Stêrk Tv

17:45 Şîroveya Hefteyê/Gulistan Çiya Îke

Stêrk Tv

Bernameya Nirxandin îro danê Êvarê 19:00

Stêrk Tv

19:45 Şiroveya Hefteyê

Stêrk Tv

17:45 Şiroveya Hefteyê/Gulîstan Çiya Îke

Stêrk Tv

Şîrove/Gulistan Çiya Îke

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!