HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
HEVRÊ QASIM JI BO HEMÛ ERKAN BI BERPIRSIYARIYEKE ŞOREŞGERÎ RABÛYE
“Hevrê Qasim ji bo hemû erkan bi berpirsyariyeke şoreşgerî radibû.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi van gotinan Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bibîr anî û got;
Ji bo wî hebûna Kurdan a li rojavayê Firatê û azadiya Kurdistanê, erkekî pîroz bû.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn, daxuyaniyeke nivîskî da.
KCK’ê destnîşan kir ku Îsmaîl Nazlikûl bi nasnav Qasim Engîn, tevahî jiyana xwe ya 35 salan, di rêya têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de daye.
Hevrê Qasim, ji erka endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê bigire, heta endamtiya Konseya Rêveber a KCK’ê, serî de li Eyaleta Tolhildan û Botanê; li gelek qadan fermandariya gerîla kiriye.
KCK’ê bibîr xist ku Qasim Engîn ji aliyê dewleta mêtinger û qirker ve, bi asîmîlasyonekî dijwar re rû bi rû mabû û weke ewladekî Kurd ji warê xwe koç kir û li rojavayê Firatê bicih bû.
Asîmlasyona li rojavayê Firatê, koçkirina gel a ji warên xwe ber bi metrepolên Tirkiyê, ji wir ber bi Ewrupa û her deverên cîhanê ve, her dem di dilê Heval Qasim de weke êşekê cih girtiye. Ji bo wî hebûna Kurdan a li rojavayê Firatê û azadiya Kurdistanê erkekî pîroz bû.
HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
HEVRÊ QASIM LI DIJÎ ASÎMLASYONÊ XEBATÊN DÎROKA KURDÎ KIR
Di daxuyaniyê de KCK’ê destnîşan kir ku Qasim Engîn, li dijî asîmîlekirina Kurdî ya li rojavayê Firatê û tinekirina Kurdan, bi înat xebata xwe ya dîroka Kurdan kir bingehê taybetmendiya entelektueliyê.
Daxuyanî wiha didome;
Qasim Engîn, li Kurdistanê bingeha dîroka hevkar û xiyanetkaran derxistiye holê. Ev jî ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê cihekî girîng girtiye. Li ser vî bingehî ji bo pêşxistina ruhê yekîtiya neteweyî fikiriye, nivîsiye û bûye xwedî helwest.
KCK’ê diyar kir, ji ber ku Qasim Engîn girîngiya gerîla ya di pêşxistina têkoşîna azadiya gelê Kurd de dizanibû; di nava gerîla de hem weke şervan û hem jî weke fermandar cih girt.
Her çiqas di salên dawî de di nava xebatên îdeolojîk û rêxistinî de cih girtibe jî, ji bo her qada ku pêdivî pê hebe bûye fermandar jî.
Daxuyanî bi van peyaman bidawî dibe;
Şehîdbûna Hevrê Qasim di têkoşîna azadiyê de biryardarî û îradeya serketinê bihêz kiriye. Li ser bingehê xwedîderketina şehîdan, serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî faşîzmê têkoşînê bilind bikin.