“DEM HATIYE KU OCALAN AZAD BIBE”
KESAYETÊN ÎTALÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO DEST BI KAMPANYAYÊ KIRIN
12’ê Îlonê bi pêşengiya Sendikaya Karkeran a Birîtanyayê “Dem hatiye ku Ocalan Azad bibe” kapmanya destpêkir..
Bi heman sloganê li Îtalyayê jî kampanya ji bo azadiya Rêber Apo hat birêvebirin..
Di nava kordînasyona kampanyayê de siyasetvan, parêze, rojnamevan, akademîsyen û endamên sendîkayê jî hene..
Endamên kordînasyonê ragihandin ku di pêvajoya kampanyayê de 2 hedefên wan ên sereke hene û wiha dewam kirin:
Hukûmeta Îtalya a ala 1999’an mafê penaberiya siyasî da Ocalan. Ji ber vê yekê destpê em ê hukûmetê neçar bikin da ku bikeve nava tevgerê.
Hedefa duyemîn jî, fikr û ramanên Ocalan yên derbarê civak, siyaset û azadiya jinê, li her deverê belav bikin.
Weke gava pêşî jî koordînasyon wê îmzeyên heta 9’ê Kanûnê berhev bike, 10’ê Kanûn Roja Mafê Mirovan ji raya giştî re eşkere bikin.
Paşê wê ev îmze radestî parlemento û wezareta karê derve werin kirin.
Di metna koordînasyonê de tê bibîrxistin ku di navbera salên 2013 û 2015’an 10 mîlyon îmze ji bo azadiya Ocalan hatibûn komkirin û wiha dewam dike:
Ji bo aştiya li herêma Rojhilata Navîn, êdî dem hatiye ku Ocalan azad bibe.
Profesor Laura Corradi têkildarî mijarê bi rêya vîdeoya parvekirî ev xal anîn ziman:
Li Îtalyayê akademîseyên, rojnamevan, parêzer û mirovên ji cîhana çandê, ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmzeyan kom dikin. Azadiya Ocalan me û hemû kesên li heqîqetê digerin alaqedar dike.
Ji endamên Korîdnasyonê Giovanni Rosso Spena jî bal kişand ser vana xalan:
Em dixwazin fikrên Ocalan ên derbarê konfederalîzma demokratîk de belav bikin. Li Îtalyayê xwendekar, karker, rewşenbîr û endamên sendîkayan, destekê didin ramanên Ocalan. Mixabin welatên Ewrûpayê heta niha naxwazin fikrên Ocalan fêm bikin.
Ji ber xemsariya Ewrûpa, Ocalan niha li Girava Îmraliyê di bin şertên giran de tê girtin. CPT bixwe li rewşa zor a Îmraliyê mukir hat.
Ji bo aştiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn, êdî dem hatiye ku Ocalan azad bibe.
Li Rojava temaşe bikin. Pergaleke demokratîk hatiye avakirin. Rêjîma Otorîter a Erdogan ji vê pergalê pir ditirse. Tirsa DAIŞ’ê jî jê hebû.
Lazime em xwedî li vê pergalê derkevin ku xwediyê wê Ocalan e. Em hemû xwe mîna Kurdan hîs dikin. Ji ber vê em dibêjin, bêjî azadiya Ocalan.