Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJAR: Em 8’ê Adara 2021’ê veguherînin sala jinan 28.02.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CIHANÊ
KJAR: EM 8’Ê ADARA 2021’Ê VEGUHERÎNIN SALA JINAN

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat KJAR’ê 8’ê Adara îsal wê bi dirûşma ‘Em bi yekgirtina jina qirkirinê bi dawî bikin’ pêşwazî bikin.

KJAR’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.

Peyama KJAR’ê ya li ser 8’ê Adarê wiha ye:

Jin xwe amade dikin ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deveren cîhane werin gel hev û li dijî zilamsalarî, zayendperestî, olperestî, netewperestî û zanistperestiyê helwesteke hevpar pêk bînin û bi vî awayî derbeyeke mezin li serdestiya zilam bidin.

Helwesta jinan a zanebûn, rêxistinîbûn, hevparîbûn û bi hev re têkoşîn meşandin ji her demî zêdetir bûye.

Em dizanin ku sedsala 21. sedsala jinê ye û bi vê sekna xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê em ketin vê sedsalê.

Mêjiyê zilam wê nikaribe vê serdemê bizivirîne mehşerê.

Bi wesileya 8’ê Adara 2021’ê em dibêjin ji bo em paşeroja xwe rêxistin bikin û qirkirina jinê bidin sekinandin yekîtiya xwe bi hêz bikin.

Ji ber vê yekê em 8’ê Adara 2021’ê veguherînin sala jinan û qadan tije bikin.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CIHANÊ
RÊXISTINA AZADIYA JINÊN KURDISTANÊ LI GELEK NAVENDAN ÇALAKÎYAN LIDARBIXE

Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê RJAK’ê jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhane bi daxuyaniyekê rêze çalakiyên bên lidarxistin ragihand.

Jinên Başûrê Kurdistanê jî wê li gelek navendan bi çalakî, pêşengeh, semîner, civîn, belavok û gul belavkirinê 8’ê Adarê pêşwazî bike.

Li gorî bernameya RJAK’ê wê têkildarî wate û girîngiya 8’ê Adarê li hemû bajaran belavok bên belavkirin û jinan vexwînin çalakiyan.

Her wiha wê li nava bazarên Başûrê Kurdistanê de gul li jinên karker werin belavkirin.

Di serîde li navenda sereke ya RJAK’ê ya Silêmaniyê, li gelek bajaran semîner li ser têkoşîna azadiya jinên Kurd û cîhanê werin dayîn.

Wê jinên bûne qûrbanê tundiya mêr û desthilatê li ser goren wan bên bîranin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv