ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
KJAR’Ê LI DIJÎ PÊLA GIRTINAN BANG LI GEL KIR: BÊDENG NEMÎNIN
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê bi daxuyaniyekê pêla girtin û destgîrkirinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.
KJAR’ê bal kişand ser zextên dewlata Îranê û di daxuyaniya xwe de wiha got:
Gelê Kurd ji destpêkê ve biryara xwe daye ku li beramberî bêhiqûqî û bêedaletiyê bêdeng nemîne.
Wê heta dawiyê li dijî vê sîstema çewsîner a rejîma Îslamî ya Îranê li ber xwe bide.
Lewma wê bi hewldana dewleta Îranê ev gel çavtirsandî nebe.
Belkî bi girtin û êşkencekirina zarokên xwe ji bo tolsitandinê kîna wan zêdetir bibe.
KJAR’ê bal kişand li ser zextên li dijî jinan jî û wiha bang kir:
Pêwîst e gelê Kurd û bi taybet jin li hemberî vê pêla rejîma Îranê daye destpêkirin bêdeng nebin.
Ji ber ku ev siyaseta qirkirinê ya rejîma Îranê dide meşandin ji hev cuda nîn e.
Divê ev neyê jibîrkirin ku niha bi dehan kes ji bo parastina vê çandê di girtîgehên Îranê de girtîne.