Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJAR: Jin wê zêdetir ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin

 

Koordînasyona Komalgehê Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê

der barê tecrîda li ser Rêber Apo,

êrîşên rejîma Îranê yên li ser jinê têne kirin,

tevî geşedanên rojevê de ne nirxand,

Koordnîasyona KJAR’ê bal kişand ser girîngiya Pêngava Azadiyê û diyar kir ku îro ji her demê bêhtir pêdivî bi azadiyê heye.

KOORDÎNASYONA KJAR’Ê: JIN WÊ ZÊDETIR JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊBIKOŞIN

Koordîasyona KJAR’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin û diyar kir ku pêngava Dem Dema Azadiyê ye di serî de ji bo azadiya Rêber Apo ye û ji bo azadiya jinan û civakê ye

Der barê pêngavê û giringiya mezinkirina pêngava azadiyê de di daxuyaniya KJAR’ê de ev detay derketin pêş:

Ji ber ku jin bi fikr û felsefeya Rêber Apo azadiyê nas kirine, îro li hemû cîhanê û li çar beşên Kurdistanê jin li derdora pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin kom bûye. Divê; “em pergala Îmraliyê hilweşinin û bi Rêbertî re azad bijîn, sekn û slogana me ya sereke be. Ji bo vê jî em ji her demekê zêdetir bêjin “dem dema azadiyê ye.”

KOORDÎNASYONA KJAR’Ê: PDK DI HEVKARIYA DAGIRKERAN DE ISRAR BIKE WÊ TÊK BIÇE

KJAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişande ser hevkariya PDK a li gel Tirkiyêye û di daxuyaniyê de cih da van nirxandinan:

PDK li ser sînorên ku Kurdistan dabeşî çar perçeyan kirî wek nexweşiyekê hatiye bicihkirin, li gel dewletên dagirker bûye yek, her tim li dijî tevgerên ku tekoşîna azadiya Kurdistanê didin şer kiriye. Eger mirov malbata Barzanî û dîroka PDK mêze bike ev bi rehetî tê dîtin. Ger PDK di van helwestên xwede israr bike yê ku têk biçe wê PDK bi xwe be.

KOORDÎNASYONA KJAR’Ê: ELEQEYEKE MEZIN JI BO PÊNGAVA AZADIYÊ HEYE

KJAR’ê pêngava KCK û KJK’ê ya ji bo azadiya Rêber Apo bi bidawîanîna dagirkeriyê dane destpêkirin jî bi bîr xist û ev nirxandin kir:

Me jî di 26 Îlonê de helmeta bi navê “Li Dijî Sêdarê û Qirkirina Jinan Dema Parastina Jiyana Azad e” da destpêkirin. Di serî de di nav jinan de û bi gîşti gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heta astekê tev li bûn û eleqeyekê nîşandan. Ev helmet di serî de ji bo azadiya Rêber Apo ye û ji bo azadiya hemû jinan û civakê ye. Her ku diçe gelê me bi taybet jî jin li der dora vê helmetê kom dibin.

KOORDÎNASYONA KJAR’Ê: JIN BI YEKITIYA XWE DIKARIN REJÎMÊ BIGUHERÎNIN

KJAR’ê bal kişand ser xitîmina siyaseta rejîma Îranê û bal kişand ser erazîbûna gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî. KJAR’ê serhildanên gel ên Abanmahê ango meha mijdarê ku li dijî buhabûna benzînê daketibûn qadan bi bîr xist û destnîşan kir ku roj ew roj e ew serhildan îro were bi pêşxistin û geşkirin.

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zextên rejma Îranê ya li zindanan, mînaka îşkenceyên li Zeynep Celaliyan hatî kirin da û diyar kir ku îro jî mîrasa berxwedana Sara ya li zindana Amedê berxwedana Şîrîn Elehmulîyan zindî ye

Di dawiha daxuyaniya xwe d ejî KJAR’ê îşaret bi girîngiya xwebirêxistinkirina jinan kir û got; bi yekitî û hevgirtina jinan em dikarin rejîmê biguherînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv