Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin

KJK’ê banga xurtkirina çalakiyên ji bo Rêber Apo kir.

 

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê  KJK’ê li ser şewatê  daxuyaniyek da û xwest heyetek biçe Îmraliyê.

KJK’ê diyar kir ku şewata li Îmraliyê ne tesadufe û banga xurtkirina çalakiyên ji bo Rêber Apo kir..

Koordînasyona KJK’ê li ser şewata li Îmraliyê daxuyaniyeke da û bal kişand ser pergala êşkencê ya Îmraliyê.

KJK’ê di serî de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di bin şertên dijwar û tecrîda giran de li Îmraliyê dîl tê girtin û got:

“Li dijî Rêber Apo siyaseteke taybet dimeşînin. Her roj jiyana Rêber Apo zehmetir dikin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi siyaseta taybet hewl dide, nehêle Rêber Apo nefes bigire.”

KJK’ê bi bîr xist ku ji 7’ê tebaxa 2019’an û vir ve, ji Rêber Apo ti agahî nayê girtin û wiha got:

“Şewata li daristana Îmraliyê rê li ber fikarên tevahiya gelê Kurd vekir. Ev rewşeke cidî ye. Nabe wekî tiştek ji rêzê were dîtin. Helbet em û gelê me bawerî bi gotin û daxuyaniya rayedarên Tirk ên qirker nake. Lewma dixwaze parêzer û malbat biçe Îmraliyê. Ev daxwaza tevahiya gelê Kurd e.”

KJK’ê bal kişand ser çalakiyên piştî belavbûna nûçeya şewatê û ji kurdistanî û dostan xwest ku heta parêzer û malbat biçin Îmraliyê, ji kûçeyan veneqetin.

Koordînasyona KJK’ê bal kişand ser berpiryariya CPT’ê jî û jê xwest ku bikeve nava tevgerê û zû heyetekê bişîne Îmraliyê.

 

Ev jî hatin dîtin

11:10 Raborî 02.04.2022

Stêrk Tv

Sêrt û Mêrdine de şîddetê verva cînîyan 12.04.2021

Stêrk Tv

Senetora Fransî Lourance Cohen derbarê komkujiya Parîsê de nirxand

Stêrk Tv

Li Bakur û Tirkiyê 3 jin hatin kushtin

Stêrk Tv

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

Stêrk Tv

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

Stêrk Tv