Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

KJK bi daxuyaniyekê şehadeta endama Konseya Rêveber a KJK Leyla Agirî ragihand

 

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke dirêj Filîz Aslan bi nasnav Leyla Agirî bibîranî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, heval Leyla Agirî ya nûnera wêrek a berxwedan û dîroka me ya azadiya jinê, di Hezîrana 2020’an de bi êrişa hewayî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Di serî de malbat û xizmên wê, em sersaxiyê ji bo tevahiya gelê xwe û jinan dixwazin.

Weke tevgera jinên Kurd em soz didin, ku dilsozên bîranîna hevrêya xwe Leyla Agirî bin û soz didin li Kurdistana azad jiyana azad bihûnin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ku Leyla Agirî sala 1973’yan li navçeya Wanê Qelqeliyê ji dayîk bûye.

Piştî dibistana amadeyî qedandî ye, 1993yan beşdarî nava refên gerîla bûye.

1996’an cema li cem Rêbertiyê bû jê re got:

“Serokê min, tenê daxwaza min ew e ku bibim layiqî ked û hewldanên Rêbertiyê.”

Di daxuyaniyê de bi berfirehî behsa têkoşerî û şoreşgeriya Leyla Agirî hat kirin û hat gotin:

Em careke din di şexsê Heval Leyla Agirî de soz didin, ku em jinên PKK û PAJK’î, emê li ser xeta azadiyê ya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bi jinan, gelê xwe û baweriyan hemûyan re bi biryardarî û wêrekî bimeşin.

Emê ji Kurdistanê mêtîngeriyê û dagirkeran derxînin, biqewitînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv