Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK derbarê rojbûna Rêber APO de bi daxuyaniyekê pîroz kir

 

KOORDÎNASYONA KJK’Ê: JIDAYIKBÛNA RÊBER APO VEJÎNA JINAN Û GELAN E

4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber APO ye…

Koordînasyona Komalên jinên Kurdistanê KJK’ê bi rasthatina salvegera rojbûna Rêber APO daxuyaniyek da û ev roj li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

KJK’ê destnîşankir ku xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye.

ROJBÛNA RÊBER APO TÊ WATEYA JIYANA AZAD

Bi wesîleya 71 saliya Rêber Apo koordînasyona Komalên jinên Kurdistanê KJK’ê peyam weşand.

KJK’ê îşaret bi girîngiya têkoşîna Rêber Apo kir û got: Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye.

Koordînasyona KJK’ê 4’ê Nîsanê di serî de li Rêber Apo , li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, jinan û mirovahiyê pîroz kir û got, Rojbûna rêber Apo tê wateya jiyana azad.

KJK’ê di daxuyaniyê de ragihand ku, Rojbûna Rêber Apo jinûve vejîn û hebûna gelê Kurd û Rojhilata navîne.

Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de bi berpirsyariya li vê rastiya gel û nirxên civakî tevgeriya, her kêliya jiyana xwe diyarî civaka demokratîk kir.

Jiyana xwe bi vî rengî didomîne. Dermanê bingehîn ê şewba coronayê ku niha bûye belayê serê mirovahiyê û metirsiyeke mezin e, çareya wê di paradîgmaya civakîparêz a li dora jinê û ekolojîk demokratîk a Rêber Apo ye.

KJK: AZADÎ JI RÊBER APO Û GIRTIYÊN SIYASÎ RE

KJKê di daxuyaniyê de bi taybetî bal kişand ser rewşa li zindanên dewleta Tirk û destnîşankir, ku di serî de Rêber Apo bi hezaran girtiyên siyasî bi awayêkî herî giran tên tecrîdkirin û got,

Ji ber şewba coronayê divê girtiyên siyasî, di serî de Rêber Apo tavilê azad bibin. Gel û hemû saziyên navneteweyî yên pêwendîdar pêwîste ji bo afirînerê têkoşîna azadiyê bikevin nava liv û tevgerê. Divê dawî li tecrîdê bê anîn. Ji ber ku jiyana Rêber Apo jiyana bi milyonan mirovî ye.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê: EM TÊKOŞÎNA JI BO BIDAWÎKRINA TECRÎDÊ Û HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ MEZIN BIKIN

KJK di dawiya daxuyaniya xwe de vê bangê dike:

Di 4’ê Nîsanê de têkoşîna ji bo têkbirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê bilind bikin, li mal, tax û kolanan, ku lê ne daran biçînin û bi vî rengî berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêber Apo bi cih bînin. Rêber Apo sedema me ya hebûnê ye. Dem hatiye ku em têkoşîna ji bo jiyana azad a Rêberê Konfederalîzma Demokratîk bilind bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv