BIRYARA DARVEKIRINA MAZLÛM DAG Û ABDURAHMAN ER
KJK: DIVÊ BIRYARA DARVEKIRINA CIWANÊN KURD WERE BETALKIRIN
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser biryara darvekirina ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdurahman Er li Başûrê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li her devera cîhanê têkoşîna li dijî darvekirinê tê kirin:
Ji ber ku biryara darvekirinê, biryareke dij-mirovî ye.
Îro PDK vê biryarê li dijî ciwanên Kurd dixe meriyetê.
Dema dijmin vê biryarê bide mirov dibêje “dijmine dê bike.”
Lê kesên ji xwe re dibêjin “Kurd” ji bo dagirkirina Başûr heta dawî derî vekirine.
Di daxuyaniya KJK’ê de bang li hukûmeta herêma Kurdistanê hat kirin, ku daxwazên dayîkên van ciwanan li ber çavan bigire:
Divê ev biryara ji aliyê Erdoganê faşîst ve hatî dayîn were betalkirin.
Her kesê ji xwe re dibêje, “welatparêz im” divê li ber vê biryarê rabe.
Bi taybetî jin divê li cem her du dayîkan cihê xwe bigirin û bi tenê nehêlin.
Divê jin hemû li kampanya van malbatan dayî destpêkirin xwedî derkevin.
Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de bang li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hat kirin, ku vê biryarê îmze neke û hat gotin:
Ji ber ku îmzekirina vê biryarê wê ne di berjewendiya gelê Kurd de be û bibe mohreke reş di dîroka gelan de.