Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK : Ebru Tîmtîk li pey xwe dîrokek berxwedanê ji bo jinan û gelên tirkiyê hişt

 

KJK: EBRÛ TÎMTÎK LI PEY XWE DÎROKEK BERXWEDANÊ JI BO JINAN Û GELÊN TIRKIYÊ HIŞT

Gireva birçîbûnê ya parêzer Ebru Timtik û şehadeta wê ya di roja 238an de, li cihanê deng veda. Bi vê wesilê derket holê ku edaleta tirk ucube ye. Hela ji bo gelê kurd ti wateya wê tine.

Koordînasyona KJK’ê jî derheqê şehadeta Ebrû Tîmtîk de daxuyaniyek da û besnê tekoşîna wê ta.

KJK dibêje: Ebrû Tîmtîk berxwedaneke wisa li pey xwe hişt ku wê jin û gelên Tirkiyê ti car ji bîr nekin.

ŞEHADETA PARÊZER EBRÛ TÎMTÎK
KJK: LI PEY XWE DÎROKEK BERXWEDANÊ JI BO JINAN Û GELÊN TIRKIYÊ HIŞT

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bal kişand ser pêkanînên faşîzan ên dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdistanê û Tirkiyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Jinên li her qada Tirkiyê bi têkoşîna xwe hesab ji dewleta tecawizkar dixwazin.

Yek ji wan jî Ebrû Tîmtîk bû, ku 238 rojan gelekî xurt sekinî û bi mezinbûna berxwedana xwe, jina Kurd a Dersimî dîrokeke berxwedanê ya ti carî nayê jibîrkirin ji jinan û gelên Tirkiyê re hişt.

Ji ber vê yekê Erdogan û berdestikên xwe berxwedana wê weke tehdît dîtin.”

KJK’ê berxwedana Ebrû Tîmtîk a li dijî siyaseta serdestiya mêr jî destnîşan kir û got, ji şehadeta wê Erdogan-Bahçelî û rêjîma Ergenekonî ya qirker berpirs in.

Mirovahî wê ti carî vê zilmê ji bîr neke.

Jin û gelên Tirkiyê wê berxwedana Ebrû Tîmtîk timî li ser piyan bihêlin.

Xwedîderketina li vê mîrasa berxwedanê, bilindkirina asta têkoşînê ye.

Di daxuyaniya KJK’ê de îşaret bi têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma AKP-MHPê hat kirin û hat gotin, hilweşandina vê rêjîmê wê bi xwe re Kurdistana azad û Tirkiya demokratîk bîne.

Her çiqasî em xembar bin, ew çendî jî em bi hêr sin.

Divê em bi vê hêrsê têkoşînê bi heybet bikin ji bo Ebrûyên din bi awayekî azad bijîn.

Di serî de malbata wê, em ji dost û hevalên wê yên têkoşînê re sersaxiyê dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv