SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
KJK: KOMPLO LI DIJÎ PAŞEROJA AZAD A MIROVAHIYÊ Û JINAN PÊK HAT
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku 9’ê Cotmeha 1998’an roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev komploya li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar kir.
KJK’ê şehîdên ku li dijî komploya navnetewî bedena xwe dan ber agir, şehîdên Heftanînê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.
KJK’ê ragihand ku komploya navnetewî di esasê xwe de li dijî paşeroja azad a mirovahiyê bi taybetî jî li dijî jinan hate kirin û wiha got;
Bi riya komploya navnetewî hat xwestin ku têkoşîna azadiya jinê û gelê me bi temamî bê qedandin. Li dijî vê yekê, Rêberê me, jinan, gelê me, dostên me yên li çar aliyên cîhanê, hêzên demokrasî û azadiyê bi rengekî mezin li ber xwe dan. Komplo li ser vê bingehê hate pûçkirin.
Koordînasyona KJK’ê “Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” jî bi bîr xist û wiha got;
10’ê Cotmehê weke ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ hate ragihandin. Divê bi xurtî xwedî li vê biryara hêja derkevin. Em bang li jinan, gelê xwe û dostên xwe dikin da ku li ser bingeha pûçkirina komploya navneteweyî berxwedanê mezin bikin û xwedî li rêberê xwe derkevin.
Koordînasyonê herî dawî jî balkişand ser pêngavên KCK û KJK’ê yên li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê û got divê her kes bi awayekî xurt beşdarî pêngavan bibin.