Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Li dijî êrişên qirkirinê divê jin bibin yek û xwe biparêzin

 

KJK’ê li ser polîtîkaya şerê taybet a Dewleta Tirk daxuyaniyek weşand

KJK’ê got êrişên li dijî jin û zarokan bi zanebûn û bi rêk û pêk tên meşandin.

Ji bo vê yekê jî ji jinan hat xwestin ku li dijî êrişên qirkirinê bibin yek û parastina xwe pêş bixin.

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ KJK:
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ DIVÊ JIN BIBIN YEK Û XWE BIPARÊZIN

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî balkişand ser zêdebûna tûndî û destdirêjiya li dijî jinan.

KJKê daxuyakirin ku êrişên li dijî jin û zarokan tên kirin, di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk de ne.

KJKê bûyerên destdirêjiyê yên dawî ku li Şirnex û Batmanê qewimîn bibîrxist û wiha got,

Divê baş bê zanîn, ku ev polîtîka berhemeke mejiyê dewletê ye. Wezîrê şerê taybet ê dewleta Tirk Suleyman Soylû bi xwe afirînerê vî mejî ye. Bi riya endamên artêşa xwe ya dagirker a li Kurdistanê hewl dide jinên Kurd bê îrade bihêle.

Ya li Batmanê çawişê pispor ê faşîst Mûsa Orhan li jina ciwan Îpek Er kir, ev e. Divê baş bê zanîn ku Îpek Er xwe nekuştiye, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dagirker ve hatiye kuştin.

KJKê ji bo pûçkirina polîtîkayên şerê taybet jî vê hişyariyê dike;

Li Kurdistanê polîsekî baş an jî leşkerekî baş nîne, nepêkane. Hemû wezîfedarên dewleta dagirker ên li ser xaka me, di çarçoveya planên şerê taybet ên qirêj de tevdigerin ku êrişî berxwedana me, civakîbûna me, nirxên me, destketiyên me, nasnameya me, bi kurtasî êrişî hebûna me dikin. Lewma divê kes têkiliyê bi wan kesan re daneyne, silavê jî li wan neke.

Korodînasyona KJKê ji bo vê mijarê jî balkişand ser girîngiya perwerdeya malbatê û xweparastinê û wiha got:
Di serî de jin divê hemû gelê me li hemû qadên jiyanê xweparastina xwe pêş bixin. Li gel vê em bang dikin ku jinên Kurd û Tirkiyeyî li dijî van êrîşên qirkirinê bibin yek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv