Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêngava KJK “Li dijî qirkirina jinê dema parastin jin û civaka azad e”

 

KORDÎNASYONA KJK’Ê LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ PÊNGAVEK RAGIHAND “LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZADE”

“Li Dijî Qirkirina Jinê, Dema Parastina Jin û Civaka Azad e!”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê, bi vê dirûşmê pêngavek doh ragihand.

KJK’ê piştgirî da pêngava KCK’ê û got;

Wê her du pêngav hev xurt bikin.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi daxuyaniyekê pêngaveke nû ragihand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji aliyê azadiya jinan û gelê Kurd ve ew di rojên dîrokî de ne û wiha hat gotin:

Modernîteya Kapîtalîst hewl dide krîz û buhrana tê de ye bi afirandina mêtîngeh û dagirkirina qadên nû derbas bike.

Vê yekê bi avakirina rêjîmên şer ên li dijî gelan û jinan dike û hewl dide li ser piyan bimîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku jin weke cewhera civakê di navenda van nakokiyan hemûyan de ne û hat gotin, pergala kureyî ya kapîtalîst êrişên xwe ji bo rastiya jinê veguherîne modela koletiya modern didomîne. Li hemberî vê, rastiya berxwedana jinê ya gerdûnî jî ji her demê zêdetir têkoşîna xwe mezin dike.

Di daxuyaniyê de tespîtên Rêber Apo yên “wê sedsala 21. bibe sedsala jinê” hatin destnîşankirin, ku bi rûdana bûyeran ev tespît piştrast dibin.

Di vî warî de Kurdistana ji bûyîna mirovahiyê re bûye dergûş hat destnîşankirin û hat gotin, li vê derê li dijî mirina civakê û kesayetiyê ya bi destê Modernîteya Kapîtalîst careke din ew ji dayîkbûna xwedawendan çê dibe.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de bal hat kişandin ser şerê li Kurdistanê, ku tê de hêzên cîhanî hemû cih digirin û hat gotin:

Pirsgirêkên krîzên pregalî û çareseriya wan li dora Kurdistanê û Rojhilata Navîn kom dibin.

Û hat destnîşankirin, ku desthilatdarî û dewlet barê herî giran didin pişta jinan û hat gotin, êrişên li dijî jinan gihiştine asta hovîtiyê.

Li dijî vê yekê jinên Kurd xwe gihandine aste bibandorkirina rêveçûyîna mirovahiyê.

Li Rojhilata Navîn di serî de berxwedêriya jinên Ereb, Fars û Tirk, hema bêjin ti jin nîne ku bi têkoşîna jinên Kurd kelecanî nebe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv