Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin Nûçeyên Dawî

KJK li ser kuştina George Floyd daxuyanî da

 

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK LI SER QETILKIRINA GEORGE FLOYD DAXUYANIYEK DA

Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê ji bo Geo-rge Flyod yê li Emrerîkayê hat kuştin daxuyanî da

Koordînasyona KJK’ê vê êrişê wek êrişekî siyasî binav dike.

Li bajarê Mînneapolîsê ya Dewletên Yekbûyê ya Emerîkayê di 25’ê Gulana 2020’an de Efro-Emerîkanê George Floyd ji aliyê polîsekî hate qetilkirin.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJKê derbarê vê êrişa faşîsan de daxuyaniyek nivîskî da.

KJKê cînayeta nijatperest şermezar kir û wiha got;

Ev cînayeta siyasî mixabin ne ya pêşîn e û ne jî ya dawîn e. 19’ê Sibata 2020’an li bajarê Hanaû yê Elmanyayê du Kurd jî di nav de, 10 kes ji aliyê faşîstekî ve hatin kuştin.

Divê êrîşên bi vî awayî wekî êrîşên takekesî neyên nirxandin, ev êrişên siyasîn e.

Heta ku nijadperestî û zayenperestî di çarçoveya netewe dewlet û kapîtalîzmê de neyê nirxandin, têkoşîneke rast jî wê neyê meşandin.

Em Kurd êrişan di çarçoveya nijadperestî û mêtîngeriyê de dinirxînin.

Ev gel bi sedan sale ji bo heq û azadiyê têdikoşe û ji bo têkoşîneke rast em berdêlên mezin didin û em ê bidin jî. Ev zext û mêtingerî ne xwezayî û ne jî qeder e.

Koordînasyona KJKê dazanîn ku kuştina George Floyd siyaseta Dewletê ye û got,

Kuştina George Floyd di heman demê de parçeyê şerekî dewletê ya li dijî civakê ye.

Li dijî pergala mêtînger divê têkoşîn û berxwedan jî mezin bibe.

Li dijî pargala Kapîtalîst avakirina avakirina pergaleke alternatîf gelek girînge.

Bi avakirina pergala Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin, wê tola hemû cangoriyan were stendin û wê pêşiya hemû qetlîaman were girtin.

Ev jî hatin dîtin

Yekîneyên Tolhildanê li 5 bajarên Tirkiyê avahiyên ser bi AKP’ê ve şewitandin

Stêrk Tv

Şandeya Parlementoya herêma Kurdistanê li Bradost û Balekayetî

Stêrk Tv

Rojnamevan Çinar Goktaş ji Heftanînê agahiyên dawî radigihîne

Stêrk Tv

Çalakiyên gerîla li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker

Stêrk Tv

Ciwanên Qendîlê: Em amade ne tevlî serferberiya Heftanînê bibin

Stêrk Tv

Li Çarçela çalakî, li Xakurkê û Dersimê şer dijwar e

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!