Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK, PAJK û PJAK salvegera damezrandina PKK’ê bi daxuyaniyan pîroz kirin 26.11.2020

 

43 SALIYA PKK’Ê
KJK: LI SER XETA AZADIYA RÊBER APO EM Ê MEŞA XWE XURTTIR BIKIN

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi daxuyaniyekê 42. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir.

KJK’ê roja 27’ê Mijdara 1978’an ji bo gelê Kurd û jinan weke gava pêşî ya dîroka berxwedan û azadiyê bi nav kir.

Damezrandina partiya me, di heman demê de mîladeke.

Jin bi PKK’ê re pergala serdest a zilam parçe kirin, bi nêrîneke nû ya azadiyê li jiyanê, xwebûna xwe dîtin û kirin pratîkê.

PKK weke partiyeke jinê mezin bû û di roja me de bû partiya herî bi bandor a azadiyê.

PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna azadiyê ya jinê timî xurt kir û cûdabûna xwe ya ji partiyên sosyalîst hemûyan bi awayekî gelekî xurt nîşan da.

Di sala 43’yan de emê bi partîbûneke zêdetir, li ser xeta Rêber Apo meşa xwe ya azadiyê xurttir bikin.

Li ser xeta serfiraziyê têkoşînê bidominînin û sala 43’yan a PKK’ê veguherînin sala têkoşîn û serketineke mezin, ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê.

43 SALIYA PKK’Ê
PAJK: EM Ê DI SALA 43’YAN DE MOHRA XWE LI BIN SERKETINÊN NÛ BIDIN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê jî bi daxuyaniyekê salvegera 42’yan a damezrandina PKK’ê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin; PKK bi pêşengiya Rêber Apo di demekê de ku ji bilî koletiyê ti rê ji gelên herêmê re nehatibû hiştin derket holê.

Kurd, jin û civakên li herêmê dîtin ku dikarin li dora îdeolojiya PKK’ê bi hev re bijîn.

Em şîara ji hevjiyana azad heta pergala hevserokatiyê, divê jin ne weke kesên yekemîn û duyemîn, weke kesayetiya wekheviyê cih bigire esas digirin.

PKK a partiyeke jinê ye, ji bo nûnertiya wekhev li her deverê bikeve meriyetê têdikoşe.

Lê divê were zanîn, ku partiya me li beramberî 42 salên bi berdêlên mezin êdî bûye hêzeke ku ti carî têk naçe.

Ev hêz xwe dispêre tecrûbeya 42 salan û têdikoşe.

43 SALIYA PKK’Ê
PJAK: PKK DESTKETIYA BÊHEMPA YA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê jî sala 43’yan a PKK’ê pîroz kir.

PJAK’ê ragihand ku PKK’ê 42 salên tijî bi xebat û têkoşîn derbas kir û wiha dewam kir:

Berhem û destketiyên vê têkoşînê ji bo mirovahiyê, pergala konfederalîzm û netewa demokratîk e ku li ser bingeha azadiya jinê bi pêş dikeve.

Azadîxwaz û neteweyên bindest baş dibînin ku ji niha ve Rojhilata Navîn bûye navenda aloziya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

PKK di vî şerî de bi zanyarî û hestên bilind ji Tirkiyê, heta Îran, Sûriye û welatên din ên Rojhilata Navîn piştgiriya gelan dike.

Erka jin, ciwan, karker, rewşenbîr û çalakvanên civakî îro ew e ku vê meşaleyê heta lûtkeya azadiyê hilgirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv