Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Parastina xeta azadiya jinê parastina demokrasiyê ye 05.11.2020

 

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ KJK:
PARASTINA XETA AZADIYA JINÊ PARASTINA DEMOKRASIYÊ YE

Demên dawî de, PDK û komên ser bi wê, êrişî xeta azadiya jinê, pêşengên wê û pergala hevserokatiyê kir.

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî êriş û heqaretên PDK’ê û girîngiya parastina destkeftiyên jinê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye.

Tevgera azadiya jinê ya Kurdistanê li nava civaka kurd û li çar aliyên cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê.

Li nava tevgerên demokrasiyê yên gelan bi baldarî tên şopandin.

Sedema vê jî pêşketina li qadên îdeolojîk, polîtîk, civakî û xweparastinê ye, asta wê ya pêşenga a têkoşînê ye.

Têkoşîna ji bo azadî, statû û berxwedana li dijî DAIŞ’ê, dagirkeriya dewleta Tirk tê zanîn.

Sedema bingehîn a vê jî xeta azadiya jinê û pêşengiya wê ye.

Kordinasyona KJK’ê diyar ki ku, êrişa li xet û peşengiya wan tê kirin durî ehlaq, rêz û pîvanê ye û wiha tê gotin:

Demên dawî PDK û komên wê êrişî xeta azadiya jinê û pêşengiya wê dikin.

Êrişa li dijî pergala hevserokatiyê, êrişeke li dijî nunertî û tevlîbûna wek hev e.

Daxuyaniyên navborî dûrî ehlaq, hurmet û pîvanên terbiyeyê ne, zihniyeta paşverû, zayendparêz û baviksalar a PDK’ê radixe ber çavan.

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ KJK:
ÊRÎŞA LI DIJÎ TEVGERA ME LI DIJÎ HEMÛ JINAN E

Kordinasyona KJK’ê diyar kir ku êrişa li dijî tevgera wan, li dijî hemû jinên Kurd e, li dijî jinên li nava PDK’ê ye jî.

Nêzîkatiya li azadiya jinê, nêzîkatiya li civakê, demokrasiyê û edaletê diyar dike.

PDK bi zimandirêjiya li xeta azadiya jinê û pêşengiya wê, hewil dide civaka ku bi hesreta azadî û demokrasiyê ye bêdeng bike.

Me berxwedêriya jinên Kurd a li dîrokê ji xwe re kiriye çavkaniya bingehîn.

Rêxistiniya wê jî wekî nîşana dilsoziya bîranîna wan dîtiye.

Lewma têkoşîna me, ji Besê heta Leyla Qasim xwe ji jinên Kurd ên birûmet xweyî dike.

Ji ber wê heqareta li me tê kirin, heqareta li hemû jinên Kurd, di heman demê de heqareta li jinên nava PDK’ê ye jî.

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ KJK:
DIVÊ JIN HÊZA XWE BIKIN YEK Û LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER BISEKININ

Kordînasyona KJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya parastin û pêşdebirina pergala hevserokatiyê û got.

Li cihê îrade û tevilbûna jinê nebe, tenê zext, serdestî û dagirkerî heye.

Bi zihniyet û siyaseta mêr pirsgirêk çareser nabe ya heyî girantir dibe.

KJK’ê diyar kir, sala 2013an yek ji sedemên pêknehatina kongra neteweyî,ew bû ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî hevserokatî qebûl nekir.

Komalên jinên Kurdistanê daxuyakirin ku jinên Kurd Jinên kurd bi dehên salane li dijî zihniyeta baviksalar û zayendparêz têdikoşe ev bang kir.

Divê jinên çar beşên kurdistanê li ber zihniyeta baviksalar rabin, helwesteke çalak nîşan bidin.

PDK’ê dixwaze li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şer bike, deskeftyên welatê me bixe nava metirsiyê.

Li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat divê jin li dijî vê rabin, hêza xwe bikin yek, li pêşiya polîtîkayên şer ên PDK bibin asteng.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv