Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

KJK: Rejîma Erdogan bi riya kujer û tecawizkaran civakê bê îrade dike

 

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK: ERKA HER KESÎ YE KU LI DIJÎ KUŞTINA JINAN TÊKOŞÎNÊ XURT BIKE

Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê, zêdebûna êrişên li dijî jinan weke encama siyaseta faşîst a rêjîma Tirk binav kir û got,

Hêzên ku naxwazin jin bibe xwedî îradeyeke azad, serî li rêbazên kokmujî, destdirêjî û tecawizkariyê didin..

KJK’ê dibêje ne tenê jin, divê mêr û her beşên civakê van muameleyên dij mirovî yên li jinan, qebûl nekin û li dij derkevin.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî komkujî û êrişên li dijî jinan daxuyaniyek da..

Koordînasyonê bi bîr xist ku jinan mohra xwe li sedsala 21’an dane û wiha dewam kir:

Mîna her devera cîhanê, li Kurdistanê jî jin bû pêşenga têkoşîna serdemê ya xwedîderketina li nasname û hebûnê.

Ji ber vê çendê, jina Kurd ji destpêka têkoşîna azadiyê û vir ve her tim weke gefa herî mezin hatiye dîtin û bûye hdefa êrişa rêjîma faşîst a Tirk.

Di serdema heyî de rêjîma dîktator a Tirk veguheriya navgîna qirkirina jin û gelan. Li gel kuştina fîzîkî, ev rêjîm hewl dide ku rih, hest, zanîst û xeyalên jinan jî ji holê rake. Bi vî awayî eger nekuje jî dixwaze jinê di nava civakê de bike kole.

Li gorî rêjîma faşîst, eger jin bikeve rewşeke wiha, civak jî bi hêsanî dikare were dagirkirin û bê îradekirin.

Jı ber vê yekê dizanin ew çendî bi rêya endamên xwe ên şerê taybet bi rêbazên hovane ên mîna kuştin, destdirêjî û tecawizê, êrişî jin û zarokan dikin.

Ji xwe tişta li Şirnex, Batman, Silopî û Mûşê bû, bi destê esker, polîs û cerdevanan pêk hat.

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK: RÊJÎMA ERDOGAN BI RÊYA KUJER Û TECAWIZKARAN, CIVAKÊ BÊ ÎRADE DIKE

Rêjîma faşîst bi zêdekirina êrişkar û tecawizkaran, plan dike ku rêbaza qirkirina îradeyê li nava civakê belav bike.

Tecawizkaran berdidin navarastê û bi vî awayî mirovan çavtirsandî dikin.

Di rewşeke wiha de 2 rê li pêş civakê peyda dibin,

Yan wê tirs û bêdengiyê qebûl bike.

Yan jî wê li hemberî vê hovîtiyê serî rake û destê dirêjî rûmet mirovahiyê dibe, bişkîne.

Koordînasyona KJK’ê ragihand ku şefê rêjîma faşîst Erdogan daye pey afirandina civaka cinsiyetparêz û wiha dewam kir:

Di pêvajoya belavbûna Koronayê de, her çi kesê diz, kujer û tecawizkar bi fermana Erdogan ji zindanê hat derxistin.

Erdogan her wiha di bin navê ewlekariyê de, polîs, esker, hêzên taybet û cerdevan berdan nava kolanan û rê li ber wê yekê vekir ku êriş û destdirêjiya li hemberî jinê zêde bibe.

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniyê de hewldana xwevekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê jî bi bîr xist û wiha got:

Piştî ku rêjîma Tirk ragihand ku ew ê ji peymana vekişe, êşkence, kuştin û revandina jinan li nava kolanan zêde bû.

Tişta li Amed, Muqla, Manîsa û Stenbolê qewimî nîşaneya vê yekê ye. Êdî dewlet û mêrên kujer dest dane destê hev û êrişî jinan dikin.

Yekane rêya bidawîkirina van êrişan, berxwedan û têkoşîn e. Ev jî erka her mirovî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv