Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Wê jinên Kurd bi berxwedana xwe faşîzmê têk bibin 22.09.2020

 

“LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD E”
KJK: WÊ JINÊN KURD BI BERXWEDANA XWE FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN

Di dewama daxuyaniya xwe de KJK’ê bibîrxist, ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, jina berxwedêr û azad weke talûke dibîne.

Û bal kişand ser girîngiya pêngavê.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser rola jina Kurd a li djî faşîzm û dagirkeriya Tirk.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê jina azad, têkoşer û di xwebûyînê de israr dike ji xwe re weke talûke dibîne.

Û wiha hat gotin:

“Ji ber vê yekê hêzên dewletê hemû bi awayekî pîlankirî û sîstematîk tecawizan dikin, terîqet û deverên weke dibistanan ji bo jinên Kurd û ciwanan weke cihên jihevxistinê tên nirxandin.

Beşên zane û berxwedêr tên girtin û diavêjin zindanan.

Ev faşîzma dewleta Tirk ji ber tirsa wê ya ji azadîxwaziya jinên Kurd e.

Dewleta Tirk di tirsa xwe de ne neheq e.

Potansiyela berxwedan û azadiyê ya jinên Kurd çawa di dîrokê de bi rola xwe rabûbe, wê faşîzma AKP-MHP’ê jî têk bibe.

Wê li ser xeta jina azad, azadiya gelê Kurd bigihîne paşerojê.”

“LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ, DEMA PARASTINA JIN Û CIVAKA AZADE”
KJK: WÊ PÊNGAVA ME YA KCK’Ê BI HEV RE WERE BIRÊVEBIRIN Û HEV XURT BIKIN

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya KCK’ê jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin:

“Ev pêngav qonaxeke dîrokî îfade dike.

Ev pêngaveke serfiraziyê ya tacîdarkirina hebûna Kurd bi azadiyê ye.

Em KJK vê pêngavê destek dikin.”

Di daxuyaniyê de pêngava nû jî wiha hat ragihandin:

“Li Dijî Qirkirina Jinê, Dema Parastina Jin û Civaka Azad e.

Wê pêngava me bi pêngava KCK’ê re bi rêve biçe û hev xurttir bikin.

Jina Kurd li her beşa Kurdistanê bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ye.

Pêngava me dayî destpêkirin, wê van polîtîkayan pûç bike.

Wê jinên Kurd li her parçeyê Kurdistanê û derveyî welêt, têkoşîna xwe di çarçoveya vê pêngavê de bi rê ve bibin.”

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin, ku bi awayekî herî xurt beşdarî pêngavê bibin.

Û wiha hat gotin:

“Em bi hêz û biryardariya xwe hemûyî sedsala 21. bikin sedsala jinê.

Em pêşengiya jinê di her xebatê de bi xurtî temsîl bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv