Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

KJK: Divê em goristanên şehîdan bikin Qadên nobetê

 

Komalên Jinên Kurdistanê bi daxuyaniyekê qurbaniyên, komkujiya Dersimê bi bîr anî.

KJK’ê dibêje. Divê neyê jibîrkirin ku pêşengên berxwedana Dersimê Seyd Riza, Zerîfe û hevrêyên wan di nav dilê gelê Kurd de mane

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê diyar kir ku li hemberî êrişên rêjîma Tirk, civak neçare rêya xwe diyar bike.

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ: RÊYA HESABPIRSÎNA JI HÊZÊN QIRKER, TÊKOŞÎN E

Bi boneya salvegera qirkirina Dersîmê, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê daxuyaniyek da…

Koordînasyonê bi bîr xist ku 83 sal in feraseta qirkirina gelê Kurd a dewleta Tirk nehatiye guhertin û wiha dewam kir:

Dewleta Tirk çawa ku li Dersîmê bi bombardimankirina çiya û bikaranîna gazên kîmyewî xwest gelê Kurd qir bike, îro jî di nava heman hewldanê de ye.

Beriya 83 salan bi kuştin, sirgûn û asîmîlasyonê xwestin Dersîmê bi temamî ji Kurdan xalî bikin. Ji ber vê çendê bersiva herî rast a li hemberî qirkeran, mayîna li Dersimê ye. Divê neyê jibîrkirin ku pêşengên berxwedana Dersimê Seyd Riza, Zerîfe û hevrêyên wan di nav dilê gelê Kurd de man.

Koordînasyona KJK’ê ragihand ku rêjîma AKP-MHP bi siyasetên xwe ên faşîst hebûna xwe dispêre tinekirina gelê Kurd û got:

Rêjîma faşîzan bi çavsorî êrişî nirxên civaka me dike. Desthilatdariya AKP-MHP veguheriye makînayeke şerê taybet. Ew çendî har bûne ku bi rêbazên herî hov êrişî gorên şehîdên Kurdistanê dikin.

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ: DIVÊ EM GORISTANÊN ŞEHÎDAN BIKIN QADÊN NOBEDÊ

Rêjîma faşîst di her kêliyê de dixwaze gelê Kurd biêşîne. Ji ber ku dizanin gerîla çavkaniya rûmeta gelê Kurd e, ew çendî bi hovane êrişî goran dikin. Navê şehîdan ji ser kêla goran radike. Heta xwe li kûlîkên derdora gorên şehîdan jî ranagirin.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku li hemberî êrişên faşîzan ên rêjîma Tirk, civak neçare rêya xwe diyar bike û wiha dewam kir:

Civak ya wê bêdeng bimîne û bibe hevparê vê bêrûmetiyê, yan jî wê dengê xwe bilind bike û rûmeta xwe biparêze. Li holê rewşeke dudilî tine ye.

Li dijî vê dewleta faşîst a dest dirêjî nirxên me yên pîroz dike, di serî de malbatên şehîd û gerîlla, divê dengê civakê bilind bibe.

Di vê çarçoveyê de her goristan divê bibe qada nobedê. Ji bo vê jî hemû normên hiqûqî û exlaqî divê bên bikaranîn. Civak bi platformên li ser medya civakî dikare nerazîbûna xwe nîşan bide. Dikare çalakiyan bike. Divê em destûrê nedin dewleta faşîst rûmeta me binpê bike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv