KJK’Ê DERBARÊ 9’Ê ÇILEYÊ DE DAXUYANÎ DA:
DIVÊ 9’Ê ÇILEYÊ BIBE DÎROKA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Bi boneya salvegera 7. ya komkujiya Parîsê Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek da.
KJK’ê bi bîr xist ku ew dikevin sala 8’an a komkujiyê û diyarkir bi armanca derb li têkoşîna jina rêxistî û rastiya Rêber Apo bidin, komkujî pêk anîn.
Di daxuyaniyê de armanca komkujiyê wiha tê pênasekirin;
“Ev komkujî li dijî rastiya azadiya jinan, gelan û li dijî rastiya Kurdê azad, di çerçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de, êrişa hêzên kapîtalîst ya zilamtiyê ye ku dewleta Tirk bi destê çeteya Erdogan-MÎT’ê rêxistî ye.”
Di dewamê de KJKê Sevê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku di 5’ê Çileyê de li Slopya hatin qetilkirin, Zîn Cizîrê û Leyla Agirî bi bîr anî.
KOORDÎNASYONA KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK:
KOMKUJIYA PARÎSÊ NE ÊRIŞA ÇETEYA TIRK-MÎT’Ê BI TENÊ YE
Di daxuyaniyê de tê gotin komkujiya Parîsê ne tinê êrişa çeteya Tirk-Mîtê ye. Her wiha cinayetek siyasî ya navnetewî ye, li dijî jina azad, mirovê azad û Kurdê azad suceke.
Koordînasyona KJKê dibêje heman zêhniyeta kujer hîn jî hebûna xwe diparêze û êrişan didomîne.
Derbarê kesayeta Sakîne Cansiz de jî wiha tê gotin; Hevala Sara endama damezrîner ya tevgera azadiyê bû, rêya wê bi ya Rêber Apo re bûbû yek, hîn di gava pêşî de azadiya jinê kiribû navendê, li dijî qirkirina fîzîkî û çandî ya li ser gelê Kurd tê ferzkirin rawestiya. weke Rêber Apo jî diyar dike pêşengiyeke jinê ye ku jiyana wê şekil daye tevgera azadiya jinê û tekoşînê.
Di dewamê de tê gotin, di kesayeta heval Sara de pêşengiya şoreşa jinê ya cîhanê bûye armanca êrişê. Hevala Rojbîn û Ronahî ku milîtanên heman nirxan bûn, ji ber heman sedemê bûn armanca êrişê.
KJK di daxuyaniyê de hevkariya dewleta Fransayê jî bi bîr dixe diyar dike, ji bo gelê Kurd û jinan Fransa berpirsa vê komkujiyê ye.
KJKê got, bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê em sala 2021’an ji Faşîzmê, desthilatiya mêr û qirkeran hesap bipirsin, sala nû veguherînin serkeftinê.