Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KNK encamnameya kongreye ji raya gistî re parve kir 01.11.2020

Kongra Netewî ya Kurdistanê piştî civîna xwe ya doh bi daxuyaniyekê rewşa siyasî ya li herçar aliyên Kurdistanê analiz kir û rêyên çareseriyê pêşniyaz kir.

KNK dibêje:

  • Dewleta tirk prjeya xwe ya qirkirina kurdan hem li Rojava hem li Başûrê Kurdistanê bi israr didomîne.
  • Hêzên Cîhanê yên weke Amerika û Rusya li cem kurdan cîh nagirin.
  • Hukumeta başûrê Kurdistanê ne şefaf e, pîvanên demokrasiyê kêm bûne, gendelî zêde bûye.
  • Dewleta tirk dixwaze Şengal, Rojava heta Musul û Kerkukê dagir bike û xewna xwe ya Osmaniya mezin pêkbîne.

Desteya Giştî ya KNKê bi tevlêvûna gelek rewşenbîr û siyasetmedaran bi rêya Online pêk hat.

Mijarên ku di kongreyê de hatin axaftin weke daxuyaniyekê ji raya giştî re hat eşkere kirin.

Endmaên KNKê gihiştin wê encamê ku Dewleta tirk êriş ê gefên xwe yên li ser Rojava di bin çavdêriya Dewletên wek Emerîka, Rûsya û hin dewletên Yekîtîya Ewropayê de pêk tîne. Ev hêzên Kurevî hê jî dixwazin tegihîştina Sykes-Pîcot li Kurdistanê berdewam be û naxwazin Kurd peşêroja xwe bi xwe tayîn bikin.

KNK bibîrxist ku Dewlata Tirk bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, dîplomatîk, sîyasî û civakî di konsepta qirkirina kurdan de bi israr e û da zanîn ku Dewleta Tirk bi siyaseta tecrîta li Imraliyê vê peyamê dide Kurdan:

“Ezê di pirsgirêka Kurd de ne rêyên hevdîtinê, lê rêbazên weke Pilana Islahata Şerqê ya sala 1925 pêkbînim”.

Derheqê Rojhilatê Kurdistanê re jî KNKê dibêje, li Îranê qetilkirina kolberan, girtin û zextên li ser hawîrdorparêzan zêde bûye. Zimanê Kurdî li pir cihan xedexe ye. Di vê demê de di navbera hêzên Kurdên rojhilatê Kurdistanê de pêwîstî bi tifaqa neteweyî heye.

KNK rewşa dawî ya li Başûrê Kurdistanê jî nirxand û bal kişan ser qeyrana giran ya siyasî û aborî.

KNK ev rexne li hukumeta başurê Kurdistanê girt:

“Hukumetek ne şefaf e, budce û dahatên herêmê ne zelal in û gendelîyek zêde heye. Pîvanên demokrasîyê teng in. Koçberiya cîwanan destpêkiriye. Ev jî perçeyeke siyaseta Dewleta Tirk e.

Derheqê Şingalê de jî KNK bal kişand ser planên Dewleta tirk yên ji bo dagirkirina heremê ku weke pêkanina xewna xwe ya Osmanî dibîne.

KNK derbarê rojavayê Kurdistanê jî îşaret bi gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser heremê kir û bibîrxist ku Dewleta tirk ne tenê bi rêya leşkerî, her wiha bi qutkirina avê, bi pergala sîxuriyê, bi kuştina serokên eşiran yên Ereb dixwazin di navbera Kurd û Erban de dijmunahiyê çêbikin.

Daxuyaniya KNKê bi vê banga li Kurdan bi dawî dibe:

“Rewşa lewaz ya dewleta Tirk, derfetên girîng ji bo Kurdan çêdike. Dostên dewleta Tirk pir kêm bûne. Ji bo Yekitiya Netewî ji bo dîplomasiyeke netewî îmkan û derfet ji her demê bêtir in. Dem dema xebatê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv