Li ser îhtimala şerê di navbera PDK û PKKê de, Komîteya Krîzê ya KNK’ê ya li dijî şerê navxweyî dest bi kar kir.
Komîte wê hewl bide bi hemû aliyên Kurd re hevdîtinan pêk bîne.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK li ser amadekariya şer û provokasyonên PDK’ê di 4ê mijdarê komîteyeke krîzê ava kir.
Komîteya krîzê bi awayekî lez dest bi xebatên xwe kir.
Komîteya Krîzê ya KNK’ê li ser xebatên xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku bi aliyên Kurd re dest bi hevdîtinan kiriye û ji bo çareseriyê pêşniyarên wan girtine û wiha dewam kiriye:
Şandeyek ji KNK’ê ya bi serokatiya Hevserok Ahmed Karamûs çû Başûrê Kurdistanê, dest bi hevdîtinan kiriye. Ji bo diyalog û aştiyê li herêmê însiyatîfên cuda ava bûne. Heyeta KNK’ê wê pêwendiyê li gel wan însiyatîfa jî deyne û hewl bide bi wan re karekî hevbeş bike.”
Komîteya Krîzê ya KNKê daye zanîn ku di encama hevdîtinan de biryar girtine ku bi beşdariya nunerên partî û rêxistinên Kurdan, di demeke nêz de şêwreke berfireh ya online pêk bîne.
KNK’ê ji hemû partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurd xwestiye piştgiriyê bidin hewldanên wan ên diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî û xurtkirina yekitiya netewî.