Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KNK, TEV-DEM û Kongreya Starê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin 14.02.2021

 

KNK, TEV-DEM Û KONGREYA STARÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN
‘HÊZÊN BÊBEXT LI BENDÊ BÛN BI DÎLGIRTINA OCALAN TEVGERA KURD JI HOLÊ RABE’

Kongra Netewî ya Kurdistanê KNKê da xuya kirin hêzên komploger li bendê bûn bi dîlgirtina Abdullah Öcalan ewê karibin hêzên PKK’ê temamî ji holê rakin û cih da vê tesbîtê:

“Di nava 22 salan de, rêzdar Öcalan tekoşîna xwe domand, Gelê Kurd û tevgera PKKê jî tekoşîna xwe ji berê mezintir kirin. Komplo di vî aliyê de negihîşt armanca xwe.”

KNK ji herkesî xwest piştgirê bidin kampanya ji bo serbestiya rêber APO.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesileya salvegera komploya 15ê sibatê bal kişand ser şer û kaosa li Rojhilata Navin û got: “yekane rêya çareseriya kirîza Rojhilata Navîn azadiya Rêber Apo û pêkanina fikrên wê ye.”

Di daxuyaniya TEV-DEMê de wiha tê gotin: “Daxwaza Dewleta tirk ya ji bo guherandina demografiya heremên Kurdistanê û projeyên wê yên ji bo tinekirina nasnama Kurdan preçeyek Komploya Navnetewî ye.

Koordînasyona Kongreya Star jî da xuya kirin Komploya Navnetewî û tecrîda îro bi temamî li dijî peymanên navnetewî ne.

Kongreya Star’ê bang li Meclîsa Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropa û Rêxistina Efû ya Navnetewî kir ku ji bo bi dawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zextê bidin ser dewleta tirk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv