KOBANÊ: DEMA DANÛKÊ
YÊN HERÎ ZÊDE JI BER DANÛKÊ ŞA DIBIN ZAROK IN
Li Kobanê, dema kelandina denûyan hatiye.
Genimê ku havînê hat berhevkirin bi destê jinan tê kelandin, li ber tavê tê zuha kirin û ji wan dehn û bulxul tê derxistin.
Di dema kelandina denûyan de, yên ku herî zêde kêf dikin zarok in.
Heryek ji wan tasek xwe digire dikeve dora denuyan.
Nûcegihana me Ciwana Cuma ji Kobanê raportek amade kir.