Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kobanê li cîhanê bû navê hêviyê 01.11.2020

 

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
KOBANÊ LI CÎHANÊ BÛ NAVÊ HÊVIYÊ DIVÊ EV HÊVÎ WERE MEZINKIRIN

 

Sazî û dezgehên demokratîk bi daxuyaniyên xwe Roja Kobanê li hemû mirovahiyê pîroz kirin.

Di daxuyaniyan de behsa girîngiya parastin û mezinkirina berxwedana ku li Kobanê bû sembol hate kirin.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser karaktera Şoreşa Rojava û wiha got;

Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye. Vê berxwedana ku bi peşengiya jinê dest pê kir di heman demê de dawî li serdestiya pederşahî anî.

HDP’ê diyar kir ku ew di vê şoreşê de li dijî tarîtiya DAIŞ’ê li kêleka azadîxwazan cihê xwe digrin.

Partiya Herêman a Demokratîk DBP’ê jî di daxuyaniya xwe de îşaret bi modela jiyana nû ya Şoreşê kir û got:

Şoreşa jinê ya li Kobanê bû hêvî ji cîhanê re.

Tevgera Komunîst a Şoreşger TKŞ’ê jî diyar kir ku çeteyên Erdogan, DAIŞ dixwest bi Kobanê re Şoreşa azadiyê bifetisîne lê ya ku şikest Erdogan û çeteyên wî bûn.

Tevgera Komunîst got; Konabê şoreşa yekemîn a sedsala 21’emîn e û ji bo azadiya hemû gelan deriyekî girîng e. Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin.

 

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR:
GEFÊN LI SER ŞOREŞÊ DEWAM DIKIN

Kongra Demokratîk a Gelan HDK’ê jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tifaqa AKP û DAIŞ’ê.

HDK’ê diyar kir ku Kobanê li hemberî hemû tifaqên qirêj li ber xwe da û got;

Pîlanên emperyalîst ên AKP’ê têk bir. Bi modela xwe ya rêveberiya xweser nîşanî mirovahiyê da ku rêyeke din heye ew rê jî jiyana azad û wekhev e.

Dem ew dem e em bi gelên Tirkiye û Kurdistanê re bi baweriya ku ruhê Kobanê daye me, em têkoşîna hêzên demokrasiyê mezin bikin.

Koordînasyona Kongra Star jî têkildarî Roja Kobanê daxuyaniyekê weşand.

Kongra Star destnîşan kir ku îro jî li ser Kobanê û li ser destketiyên ku Kobanê temsîla wan dike gef hene û got;

Di vê roja watedar de em dîsa diyar dikin ku em ê li dijî dagirkeriyê heta ku temamiya gelên me azad bibin, têkoşîna xwe bidomînin.

 

KOORDÎNASYONA KOMALÊN CIWAN:
BI RUHÊ KOBANÊ TEVLI NAV REFÊ GERÎLA BIBIN

Koordînasyona Komalên Ciwan jî bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Komalên Ciwan diyar kir ku ciwan xwedî wê hêz û baweriyê ne ku bi ruhê seferberiyê faşîzmê têk bibin û wiha got;

Gefên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelan dewam dikin.

Divê neyê jibîrkirin ku tenê bi berxwedanê faşîzm dikare were hilweşandin.

Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêngava Azadiyê jî û got;

Ev pêngav li dijî faşîzma dewleta tirk ku teslîmyetê, bêîradebuyînê û polîtîkayên jiyanê xelas kirin ferz dike, şiyara azadiyê ye.

Komalê ji ciwanan xwest tevli nav refên gerîla bibin û got;

Çawa ku Ciwanên Kurdistanê di sala 2014’an di pêvajoya Berxwedana Kobanê de bi seferberiyê tevlî bûn,

sinor nas nekirin, barîkat derbas kirin û berxwedanê pêşxistin

îro jî bi heman rihê seferbertiyê ji bo li çiyayên azad ê Kurdistanê faşîzmê tune bike xwedî heman baweriyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv