Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KODAR: Divê herkes li dijî siyaseta şer xwedî helwest be 18.01.2021

 

TERZÊ SIYASETA DEWLETA ÎRANÊ; ZILM Û ŞER
KODAR: DIVÊ HER KES LI DIJÎ SIYASETA ŞER XWEDÎ HELWEST BE

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê li ser girtin û binçavkirinên çalakvan û welatiyan ya ji aliyê hêzên Îranê ve, daxuyaniyek weşand.

KODAR’ê diyar kir ku êriş li ser hemû gelên Îran û civakê ye.

KODAR’ê destnîşan kir ku dewleta Îranê bi vê siyaseta xwe dixwaze kolan ji hêza pêşeng ya gel vale bimîne û ewlekariya gel ji holê rake.

Di daxuyaniya KODAR’ê de ev detay derketin pêş:

Gendeliya rejîmê, ji civakê re îspatkiriye ku êdî nikare bi direwan çavê xwe ji daxwazên gelan re bigre.

Komara Îslamî hebûna civakê weke metirsî dibîne.

Gelên Îranê û civak dixwazin dûrî tundûtujiyê, bi awayekî aştiyane pirsgirêkên xwe bi desthilatê re çareser bike.

Lê weke tê dîtin komara Îranê, tenê zimanê şer û gefan dizane.

Ya ku çêdibe, komkujiyek siyasî û qirkirina civakê ye.

Rejîm dixwaze beşek ji civakê li hemberî beşek din bêdeng bike.

Ji bo vê hemû îmkanên xwe seferber kiriye.

Divê hemû hizb û aliyên siyasî bizanin ku ev êriş li dijî hemû civakê ye.

Ji bo vê pêwîste hemû alî dijî vê yekê xwedî helwest bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv