Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Parlemana Ewropayê Tirkiyê wek sedema têkçûna aramiya li Deryaya Spî hate nişandan

 

 

“ARAMIYA LI DERYA SPÎ Û EWLEKARΔ
PARLEMENTOYA EWRÛPA: “DEWLETA TIRK MÎNA RÊJÎMA NAZÎ TEV DIGERE”

 

Doh li Parlementiya Ewûpayê têkildarî rewşa Tirkiyê civînek hat lidarxistin..

Di civînê de, bêdengiya hin rayedarên Yekîtiya Ewrûpa ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk hat rexnekirin..

Endamên parlemenê ji aloziya li Derya Spî û herêmê, dewleta Tirk berpirsiyar nîşan da û siyaseta Enqere mîna rêjîma Nazî binav kirin..

Her wiha di serî de Almanya bang li welatên Yekîtiya Ewrûpayê hat kirin da ku bi ti awayî çekan nefroşin Tirkiyê..

Li parlementoya Ewrûpa li ser navê “Aramiya Derya Spî, Ewlekarî û rola Tirkiyê” civîneke taybet hat lidarxistin..

Di civînê de, ji aloziya li herêmê Tirkiyê berpirsiyar hat nîşan dan û îşaret bi van xalan hat kirin:

Li Tirkiyê rêjîmeke otorîter heye. Ji ber vê çendê lazime danûstandinên li gel Enqerê derhal werin rawestandin.

Her wiha pêwîsta alîkariya madî ya Yekîtiya Ewrûpa dide Tirkiyê jî were birîn.

Piraniya parlementerên beşdarî civînê bûn ji ber bêdengiya wî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk, nerazîbûn li dijî Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewrûpayê Jozêv Borel nîşan dan..

Raportorê Tirkiyê yê Parlementoya Ewrûpayê Naços Sanşez-Amor jî di civînê de eşkere ragihand ku ew piştgiriyê didin Komara Qibris û Yûnanistanê..

Lîderê Koma Xiristiyanên Demokrat û parlementerê Alman Manfred Weber jî wiha got;

Divê danistandinên li gel Tirkiyê werin bidawîkirin.

Parlementera Lîberal a Fransayê Natalîe Loîseau jî bi van gotinan nerazîbûna xwe li hemberî Tirkiyê anî ziman:

Tirkiyê pişta xwe da nirxên Ewrûpayê û mîna dijmin li me dinêre. Divê Jozêv Borel vê rastiyê bibîne û li gorî wê tevbigere.

Li ser navê Koma Komunîst, parlementera Alman Ozlem Demîrel jî işaret bi nakokiya welatên Ewrûpayê kir û wiha got:

Hemû rexneyên li Tirkiyê hatine kirin di cih de ne. Madem ev rastî li pêş çava ye, wê demê lazime welatên Ewrûpayê firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestînin.

Li ser navê Partiya Nasname û Demokrasî ya Fransayê parlamenter Tîerry Marîanî Tirkiyê bi zimanekî tûnd rexne kir û wiha got:

Dewleta Tirk mîna rêjîma Nazî tevdigere.
Parlementerê Koma Sosyal Demokrat ê Qibrisî Kostas Mavrîdes jî diyar kir ku Tirkiyê sîlahên ji Almanyayê dikire, li dijî nirxên Ewrûpayê bikar tîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv