Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Derbarê tevgera dagirkeriyê ya li ser Garê gelek rêxistinan daxuyanî dan 11.02.2021

 

KOMALÊN CIWAN:
LI HER DERÊ EM BI SER FAŞÎZMA DEWLETA TIRK VE BIÇIN

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da .

Koordînasyonê li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê bang li ciwanan kir ku li her derê bi ser faşîzma dewleta Tirk ve biçin.

Di sala 23’an a komployê de êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi serkêşiya PDK’a xayin-noker a li ser Garê, her wiha tecrîda li ser Rêber Apo wezîfe û berpirsyariya ciwanên Kurdistanê zêde kiriye.

Heta ku ciwanên fedayî yên Apoyî hebin wê cografya Kurdistanê ji qirker, dagirker û faşîstan re bibe goristan.

Em ê li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê, li her derê bi ser faşîzma dewleta Tirk ve biçin, bi ruhê ciwanên Apoyî kolanan li dijmin teng bikin. Em dibêjin ‘dem dema azadiyê ye’.

KOMUNA ENTERNASYONALÎST A ROJAVA
LI DIJÎ DEWLETA TIRK EM TAVILÊ BIKEVIN NAV TEVGERÊ

Komuna Enternasyonalîst a Rojava, Koordînasyona Tevna-RiseUp4Rojava, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Garê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Divê êrişa li ser Garê ji aliyê her kesî ve weke êrişa li ser şoreşê bi temamî û li dijî me hemûyan bê dîtin.

Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, êrişeke nû li dijî Rojava yan jî Şengalê, yan jî dagirkeriya li ser Garê weke hev in, ti cudahî di navbera wan de nîne.

Divê li her qadên jiyanê em bi hev re li dijî êrişên dagirkeriyê rabin.

TKP-ML/TÎKKO:
LI DIJÎ ÊRIŞAN EM BI GERÎLAYAN RE NE

Fermandariya Giştî ya TKP-ML/TÎKKO daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Dewleta TC faşîst piştî wezîrê xwe yê şer ku serdana rayedarên PDK’ê û Mesût Barzanî kiribû, di serî de li dijî Şengal û bajarê Rojava Dêrikê, îşaretên êrîşên li dijî qadên gerîlayan dabû.

PDK îxanetî netewa Kurd dike û bûye hevkarê polîtîkayên dagirker ên çîna serwer a Tirk.

Partiya me TKP-ML û artêşa me ya gel TÎKKO li hemberî van êrîşan bi PKK, gerîlayên HPG, YJA Star û bi netewa Kurd re ye.

DEVRÎMCÎ CEPHE:
DIVÊ EM LI HER QADÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ RABIN

Devrîmcî Cephe ango Eniya Şoreşger jî têkilî êrîşên dagirker ên Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de li ser êrîşa dagirker a li ser Garê wiha hate gotin,

Ev êrîş êrîşa li ser tevahî gelê Kurd, destkeftiyen Kurdan, êrîşa li ser jiyana azad û bi hev re ya li herêmê ye. Her wiha êrîşa li ser gelên Tirkiyê ye.

Bêdengiya li dijî êrişan tê maneya ku mirov hêzê bide dagirkeran.

Rabûna li dijî faşîzmê, mêtingerî, şer û dagirkeriyê xwedîderketina li dahatuyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv