KOMELEYA ÇAND Û HUNERÊ YA MEZOPOTAMYA
10’Ê COTMEHÊ DEST BI QURSÊN ÇAND Û HUNERÊ DIKE
Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya wê di Cotmehê de ders û qursên nû bide dest pêkirin.
Qeydên ji bo van dersan ji niha ve li Qoser a Mêrdînê destpê kir.
Koroya zarokan jî wê ji nê ve dest bi xebatên xwe bike.
Ligel qursên zimanê kurdî, qursên erbane, tembûr, gîtar û folklorê wê hebin.
Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ji ber şewba Coronayê xebatên xwe dabûn sekinandin.
Piştî demekê ji bo qursê carekdin dest bi qeydên tê kirin.
Komele wê di 10’ê Cotmehê de bi dirûşmeya “Ciwan pêşeroja me ne, em ê xwedî li çand, hunera xwe derkevin” dest bi perwerdehiyê bike.
Mamosteyê Komelêyê Abdullah Aya baldikşîne ser xwedîderketina li çand û hunera Kurdî û dibêje:
Em ê li dijî tiryak, fuhûş, taciz û tecawizê bi hunera xwe xwedî li hev derkevin.
Mamosteyê Komelêyê Abdullah Aya vê bangê li ciwanan dike..