Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîsera Bilind a Netewên Yekbûyî: Divê Tirkiyê û komên xwe yên çekdar werin darizandin 18.09.2020

 

RAPORA NY YA DERHEQÊ SÛCÊN TIRKIYÊ DE

KOMÎSERA BILIND: DIVÊ TIRKIYÊ Û KOMÊN XWE YÊN ÇEKDAR WERIN DARIZANDIN

Neteweyên Yekbûyî derheqê sûçên Tirkiyê yên li hemberî Kurdan de, di dawiya dawî de hindik be jî şiyar bû.

Piştî rapora beriya çend rojan ya derheqê sûcên Tirkiyê de, Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, îro li hember Tirkiyê bangek din kir.

Komisera bilind Michelle Bachelet dibêje:  “Dewleta tirk li Rojava li ser gelê sivîl av û elektrik qut dike, ev sûçê li dijî mirovahiyê ye.”

Bachelet eşkere got: “Divê Tirkiye û komên wê yên çekdar, ji ber sûcên şer û ji ber sûçên ku li Rojava li dijî mirovahiyê kirine werin dadgehkirin.”

Komîsyona Lêpirsînê ya Sûrî bi ser Neteweyên Yekbûyî ve di rojên borî de têkildarî sûcên ku dewleta Tirk û komên wê yên çete li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û deverên din ên dagirkirî kirine raporek weşandibû.

Di raporê de bi berfirehî kirinên li dijî mirovahiyê û sûcên şer cih girtibûn.

Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Bachelet got, divê Tirkiyê û komên çekdar ên bi ser ve, ji ber sûcên şer û li dijî mirovahiyê werin darizandin.

Michelle bal kişand ser rewşa deverên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û got, di rewşeke tarî de ne.

Bi taybetî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên ciddî hatin belgekirin.

Komîsera Bilind a Mafê Mirovan her wiha da zanîn, ku di navbera 1’ê Çileyê û 14’ê Îlona 2020’an de 116 sivîl hatine kuştin û 463 kes jî birîndar bûne.

Ji van 15 jin, 22 kes jî zarok in.

Michelle Bachelet her wiha guhertina demografiya herêmê jî destnîşan kir û got, komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve dest danîn ser mal û milkên gel.

Malbatên xwe li van deveran bi cih dikin.

Zarok û jin jî di navê de mirovan direvînin.

Hê jî aqûbeta gelek kesên revandî nayê zanîn.

Michelle Bachelet bang li Tirkiya ew çendî sûcên şer û li dijî mirovahiyê dike kir, ku li gorî huqûqa navneteweyî tevbigere.

Komîsera Bilind a Mafê Mirovan li Neteweyên Yekbûyî herî dawî bal kişand ser qutkirina av û elektrîkê li ser herêma Hesekê.

“Ji stasyona Elokê ya li Serêkaniyê gelek caran av qutkirin û bi milyonan mirov demekê bêav man. Ev di huqûa navneteweyî de sûce. Tinekirina tesîsatên avê, rakirin û bêkêrkirina wan hatiye qedexekirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv