Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê li Başûr şehîd Mame Rîşe bi bîr anî 24.01.2021

 

36. SALVEGERA ŞEHADETA MAME RÎŞE-NECMEDÎN ŞIKUR REÛF
KOMÎTEYA MALBATÊN ŞEHÎDAN A PKK’Ê LI BAŞÛR, EW BI BÎR ANÎ

Di daxuyaniya Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê de têkildarî Mam Rîşe-Necmedîn Şikur Reûf wiha hat gotin:

Heke xebat û têkoşîna van şehîdan nebûya, wê derfeta jiyana li ser vê xakê nebûya.

Bi şehîd Mame Rîşe jî diyar dibe, ku şehîd ne şehîdên partiyek, herêmek, deverek û malbatekê ne…

Ew şehîdên tevahiya Kurdistanê ne.

Em soza xwe dibare dikin, ku wê têkoşîna me li ser rêya şehîdan bidome.

Şehîd Mame Rîşe û şehîdên din, ne tenê ji bo dema borî fermandar û rêber bûn.

Niha jî di warê azadî, rizgarî û yekgirtinê de rêveberiya me dikin.

Mamê Rîşe sala 1953’yan li gundê Taleban ê navçeya Silêmanî Çemçemalê ji dayîk bû.

Sala 1971’ê li dijî dagirkerî û faşîzma Isralê tevlî têkoşîna azadiyê ya Filistînê bû.

Sala 1978’an vegeriya Kurdistanê, demeke dirêj li çiyayên Kurdistanê li dijî rêjîma baasî ya Saddam şer kir.

24’ê Çileya 1985’an di encama bêbextî û xiyaneteke navxweyî de şehîd bû.

Li aliyê din fermandarê nemir Mam Rîşe û hevalên xwe di salvegera 36’an a şehadeta xwe de li Kerkûkê jî bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê li taxa Şorîce pêk hat û gelek kes beşdar bûn.

Di merasîmê de helbest hatin xwendin û axaftin hatin kirin.

Beşdaran destegulek danîn ber peykerê fermandarê nemir Mam Rîşe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv